EDENE - Parêzer Tugay Bek, têkildarî lêpirsîna dosyeya Mahmut Can Çakir ê ku polîsan ew kuşt, diyar kir ku zêdeyî salekê derbas bû, lê tu pêşketin di dosyayê de tune. Bek, anî ziman ku dixwazin ser dosyayê bigirin.
Di 31'ê Çileya 2016'an de li ser Kolana Çarşamba Pazari ya Taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê, Mahmut Can Çakir di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Di ser kuştina Çakir de zêdeyî salekê derbas bûye, lê hîn jî der barê bûyerê de tu pêşveçûyînek çênebûye. Bavê Çakir, Mehmet Çakir li dijî vê rewşê bertek nîşan da û anî ziman ku, dozger bi hinceta "ewlehî tune ye" lêkolîna cihê bûyerê nekiriye.
Çakir wiha axivî: "Li ser banî çenteyê wî li pişta wî bû hat kuştin. Li dibistanê kurê min xwendekarekî jîr bû. heke bixwendana belkî bibûna parêzer û li dijî zilmê bitêkoşiya. Heke polîs nikaribe dozger biparêze, çawa tê taxê û bera kurê min dide. Guleya hatiye berdan diyar e. Çima heta niha tu pêşveçûyînek çênebûye?" Çakir anî ziman ku li ser kolana ku kurê wî hatiye kuştin bazar hatiye avakirin û wiha got: "Hîn jî diya wî naçe cihê bazarê. Çimkî, dema di vir re derbas dibe dilê wê xwe ranegire. Em her roj diqehirin." Çakir, dest nîşan kir ku zarokatiya kurê wan ji wan hatiye stendin û got, dema ew xwendekarên diçin dibistanê dibîne, wan rojên ku kurê wî diçû dibistanê tên bîra wî.
'DIVÊ BERPIRSIYAR DEMILDEST BÊN DARIZANDIN'
Çakir, da zanîn ku di ser kuştina kurê wî de zêdeyî salekê derbas bûye, lê di dosyeya wî ya lêpirsînê de tu pêşveçûyîn çênebûne û wiha got: "Bila lêpirsînê bilezînin." Çakir, diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e ku, kesên kurê wî kuştine demildest bên darizandin û wiha got: "Dema kujerên kurê me bê cezakirin hem dê dilê me hinekî rihet bibe û hem jî dê kurê min di gora xwe de rihet rabikeve." Çakir, dest nîşan kir ku heke ew ji dadgehên Tirkiyeyê tu encamê wernegirin ew ê serî li DMME'yê bidin û got, heta ku ew sax be ew ê desv ji vê dozê bernede.
Parêzerê Çakir, Tugay Bek jî da zanîn ku di dosyeya lêpirsînê de tu pêşveçûyîn çênebûne û got, lêkolîna cihê bûyerê bi hinceta "ewlehiyê" nehatiye kirin. Bek, diyar kir ku li gel hemû serlêdanên wan jî dozgeriyê li ser vegotinên muduriyeta polîsan lêkolîna cihê bûyerê kiriye û ragihandine ku wan delîl berhevkirin, lê belê tu tiştekî wisa li holê tune ye. Bek, da zanîn ku di bûyereke civakî de polîsan gule berdaye û tiştekî wisa qewimiye û got, li taxa ku bûyer lê qewimiye polîs her roj operasyonan li dar dixin, sedema nelêkolînkirin cihê bûyerê jî ew e ku dixwazin ser bûyerê bigirin. Bek wiha axivî: "Lêkolîneke ji dil nayê kirin. Dixwazin bi awayekî sstemetaîk ser dosyeyê bigirin."
'BILA DAWÎ LI VÊ ÇANDA BÊCEZATIYÊ BÊ'
Bek, anî ziman ku polîs bi hinceta "ewlehiyê" lêkolîna cihê bûyerê nekirine û got, ev jî tê wateya ku ew bûyerê qebûl dikin. Bek, dest nîşan kir ku ji bo kiryarên bûyerên bên eşkerekirin, dozger tu gavî navêje û got, dozger dosye hilawistiye û nahêle di dosyeyê de tu pêşveçûyîn çêbibe. Bek, diyar kir ku wan daxwaza bi awayekî baş berhevkirina delîlan kiriye û wiha got: "Em dixwazin dawî li ser vê çanda bêcezatiya ji bo peywirdarên cemaweriyê bê."