EDENE - Malbata Şerîf a 3 sal berê ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir, li maleke 3 odeyî dijîn. Ji malbatê Omer Şerîf anî ziman ku 5 kes dixebitin lê nikarin debara malê bikin.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û zilma DAIŞ'ê gelek malbat ji neçarî koçî Tirkiyeyê kirin. Yek ji van malbatan jî malbata Şerîf a tirkmen e ku 3 sal berê ji bajarê Helebê koçî Edeneyê kir. Malbata Şerîf a li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhanê dijî, li maleke 3 odeyî 9 kes dimînin. Omer Şerîf diyar kir ku, ew 5 kes dixebitin lê nikarin debara xwe bikin û got, li Tirkiyeyê şert û mercên jiyanê zaf zehmet in.
Şerîf, diyar kir ku ew li sîteya pêlavan a Buyuksaetê ya Seyhanê sîvaniyê dike û heftê bi 300 TL'yî dixebite. Şerîf wiha behsa jiyana xwe ya berî bên Tirkiyeyê kir: "Li Helebê xaniyekî me yê 3 qatî hebû. Dikanên me hebûn. Piştî Heleb ket bin kontrola çeteyan, çeteyan bavê min kuşt. Bi van qetliaman dest danîn ser hemû tiştên mirovan û ew muhtacî xwe dikirin. Li deverên ku çete lê bûn, nedihiştin mirov bixebitin. Mirovan mehkûmî birçîbûnê dikirin, da tevî wan şer bikin. Me ev qebûl nekir û tevî birayên xwe, hevjîna xwe û zarokên xwe ji neçarî em hatin Tirkiyeyê."
'ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ ZAF GIRAN IN, QEZENC KÊM E'
Şerîf diyar kir ku ew ji 10 saliya xwe heta niha pîşeya bavê xwe sîvanvaniyê didomîne got: "Li malbatê 5 kes dixebitin, lê hîn jî ew nikarin debara xwe bikin. Ji karê sîvaniyê hez dikim. Li Tirkiyeyê em ji şeveqê heta êvarî dixebitin, lê bi zor em debara xwe dikin."
'DEBARA LI TIRKIYEYÊ ZEHMET E'
Şerîf, ragihand ku dema ew nû hatine Tirkiyeyê ew wî gelek kar kirine û got, kardêr li gor karkerên normal yewmiyeyeke kêmtirîn dida wan û gelek caran jî pereyên wan nedidan wan. Şerîf anî ziman ku ji ber ew karê xwe sîvavaniyê dike zêde natengije û wiha got: "Ez heqê keda xwe distînim. Sîvanî ne wek akrê dine. Em li vir, li gor perçeyan dixebitin. Heqê xwe distînim. Lê li Tirkiyeyê debar zehmet e. Dewlet alîkariya zexîreyî dike, lê li gel vê jî bi zor û heft bela em debara xwe dikin."
'EM DIXWAZIN DAWÎ LI ŞER BÊ'
Şerîf, da zanîn ku Muhammed Babî yê li gel wî dixebite li Sûriyeyê kesekî dewlemend bûye, lê ji ber zilma DAIŞ'ê hişê xwe winda kiriye. Şerîf, diyar kir ku ev 3 meh e Babî hatiye Tirkiyeyê û karê sîvaniyê dike û her li benda dawîlêanîna şer e. Şerîf wiha got: "Em bêriya welat dikin. Em ê dubare vegerin welatê xwe. Em dixwazin demildest dawî li vî şerî bê û em ji vê jiyana penaberiyê xelas bibin."