SÊRT - Servet Mut, piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin û hat ixrackirin nêrgîzan difiroşe û debara xwe bi firotina nêrgîzan dike. Lê ketiye fikara ku mehek şûnde çi karî bike.
Bavê 3 zarokan Servet Mut (31) berî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê bê kirin, li şaredariyê wek karkerê taşeron dixebitî. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin ji kar hat derxistin. Li ser vê Mut dest bi firotina nêrgîzan kir. Mut ê piştî ji kar hat derxistin û dest bi firotina nêrgîzên li herêma Botanê zaf şîn tên kirin, ragihand ku rewşa wî ya aborî jî dişibe temenê nêrgîzan.
‘HETA NÊRGÎZ HEBIN EZ Ê WAN BIFIROŞIM'
Mut wiha dibêje: "Li herêma me nêrgîz zaf şîn tên, bi taybetî jî li herêmên biqeraç. Em van nêrgîzan li qadên bi qeraç ên gund berhev dikin. Lê nêrgîz salê carekê şîn tên. Û temenê wan tenê mehek e. Yanî mehekê em wan berjev dikin û difiroşin. Niha ez debara xwe bi nêrgîzan dikim. Heta ew hebin ez ê wan bifiroşim."
‘BILA SEROKOMARÊ ME SAX BE'
Mut nêrgîzên berhev dike wan wek qevdên mezin û biçûk dabeş dike. Qevda mezin bi 10 TL'yan û ya biçûk jî bi 3 TL'yan difiroşe. Mut diyar dike ku, ji ber krîza aborî ya îsal ew baş nikarin bifiroşin û wiha gilî û gazincên xwe kirin: "Bila serokomarê me sax be, tim krîzan derdixe."
PIŞTÎ DEMSALA NÊRGÎZAN BI DAWÎ BIBE...
Em ji Servet Mut dipirsin, gelo piştî demsala nêrgîzan bi dawî bibe ew ê çi karî bikin. Lê hest û weziyeteke nediyar wiha dibêje: "Her hal ez ê li kar bigerim. Heke bi destê min bikeve, ez ê li înşeatê bixebitim."