BEDLÎS - Li Tetwanê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê biryar da ku dê ji bo referandûmê sindoqên 28 gundan veguhêzînin gundên cerdevanan û dê li hin herêman sindoqan daneynin.
Li 28 gundên Tetwana Bedlîsê, sindoqên hilbijartinê yên diviya bên danîn, li ser daxwaza Muduriyeta Polîsan a Navçeyê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, biryara dê van sindoqan veguhêzînin gundên cerdevanan û hin dibistanên li navenda navçeyê hat dayîn. Muduriyeta Polîsan a Navçeyê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bi hinceta "ewlehiyê" ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê daxwaza veguhastina sindoqên 28 gundan kir.
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê daxwaza li wê hat kirin nirxand û ev biryar red kir. Lê belê, piştî redkirina vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bedlîsê hat dayîn û ev daxwaza hat qebûlkirin.
Piştî ev daxwaza hat qebûlkirin, biryara veguhastina sindoqên gundê Çevre, Hanelmalı, Tokaçlı, Obuz, Koyluca, Ulusoy, Anadere, Çavuşlar, Kuşluca, Odabaşı, Tosunlu, Harmanlı, Duzcealan, Gureşçi, Dibekli, Suboyu, Yumrukaya, Sarıdal, Topraklı, Uncular, Yediveren, Uslu, Nohutlu, Koruklu, Sogutlu, Budaklı, Dagdibi û Kaganliyê hat dayîn. Dê ev sindoq bi piranî li gundên cerdevanan û dibistanên li navenda navçeyên bên dayîn.
Her wiha piştî veguhastina sindoqan, biryara kesên ku dengên xwe li van gundên sindoqên wan tên veguhastin bi kar tînin, dê bi wesyîtên ji aliyê Qaymeqamtiya Navçeyê ve hatine tahsîskirin bên veguhastin hat dayîn.
DI 3 HILBIJARTINAN DE SINDOQ HATIN DANÎN
Di serlêdana daxwazê de muduriyeta polîsan û fermandariya cendirmeyan hinceta "ewlehiyê" nîşan dan. Lê belê di hilbijartinên 2015'an û hilbijartina herêmî ya 2014'an de li van 28 gundên sindoqên wan tên veguhastine sindoq hatibûn danîn û welatiyan dengên xwe bi kar anî bû.
Tişta balê dikêşe jî ew e ku, li van gundên biryara veguhastina sindoqên wan hatin dayîn, piraniya hilbijêrên wan yên HDP'ê ne. Mînak, di dema hilbijartina 7'ê Hezîranê de li gundê Gureşçiyê ji 109 dengên "derbasdar" 102 jê yên HDP'ê derketibûn. Her wiha li gundê Korûkluyê jî ji 172 dengên "derbasdar" 148 jê yên HDP'ê derketibûn. Li 28 gundên ku biryara yekirina sindoqên wan hatin dayîn, di dema hilbijartina 7'ê Hezîranê de zêdeyî 2 hezar hilbijêr dengên xwe bi kar anîbûn. Ji van dengan hezar û 916 jê wek dengên "derbasdar" hatibûn qebûlkirin û ji vana hezar û 696 jê yên HDP'ê bûn û yên mayî jî yên partiyên din bûn.
LI BAJARÊN DIN JÎ HEMAN SEPANDIN
Ev rewşa li Tetwanên xwe da der, bû cihê nîqaşê. Lê belê, tê diyarkirin ku ev sepandin tenê ne li Tetwanê, di serî de li Şirnex û Mêrdînê, li gelek bajar û navçeyên din jî tê sepdanin û sindoqan bi piranî vediguhêzînin herêmên cerdevan lê zêde ne.