KOCAELÎ - Hicran Turan a dema xwestin di 8'ê Adarê Roja Jinan de li Kocaeliyê meşekê li dar bixin û di dema astengkirina meşê de hat derbkirin û binçavkirin wiha got: "Ji ber em dibêjin 'Na', em hedef hatin girtin."
Jinên ku dema xwestin di 8'ê Adarê Roja Jinan de li Kocaeliyê meşekê li dar bixin û di dema astengkirina meşê de hatin derbkirin û binçavkirin, pêkanîn rastî wan hatin ji dîhaberê re vegotin.
Ji jinên ku hemû di dernegiya şevê de serbest hatin berdan Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Kocaeliyê Hicran Turan wiha got: "Hevalên me yên jin hin amadekarî kirin, muzîk amade kirin. Çalakiyeke ku dê bi şahiyî derbas bibûna anîn vî halî. Me careke din nêzîkatiya îktîdara siyasî ya li dijî kesên muxalif dît. Ev ne cara ewil bû, ji aliyê walîtî, qaymeqamtiyan û serokên şaredariyan tm rastî van tiştan tên."
'JI BER KÎNDARIYA XWE 8'Ê ADARÊ BEROVAJÎ KIRIN'
Turan, diyar kir ku wan xwestiye li ser iya ku ew her roj tê de dimeşin meşekê li dar bixin, lê belê ew ji hejmara xwe bêtir rastî hejmareke zêde ya polîsan hatine û wiha got: "Piştî meşa me hat astengkirin, dema min got dixwazim bi walî re biaxivim wê kêliyê ji paş ve êrîşî me kirin. Di dest jinan de dar, kevir û tu tişt tune bûn. Hêza me û wan ne wek hev bû. Bi mertalên li dest xwe em tahm dan û em binçavkirin. Bi kîndarî bi ser me de hatin."
Turan balê kişand ser tiştên di dema binçavkirinê de rastî wan hatin û wiha axivî: "Rojeke bedew a wek 8'ê Adarê ji ber kîndariya xwe berovajî kirin. Bi tahmdan û kişandinê gelk mirov xistin otobêsan û gelek heqaret û sixêfên ku mirov nikare bibêje kirin. Gefên 'Heke hûn bêdeng nebin em ê ji paş ve we kelepçe bikin' xwarin. Ev binpêkirina mafên mirovan e."
'JI BER ME EM DIBÊJIN 'NA' EM HEDEF HATIN GIRTIN'
Turan, bi bîr xist ku bi gaza îsotê êrîşî kesên li benda xizmên xw eyên di bin çavan de bûn jî kirin û got, ew jî hatiye derbkirin û ji ber vê hîn jî pişta wê diêşe. Turan, dest nîşan kir ku li devereke ku huqûq lê tune be tu nîşaneyên jiyanê jî tune ye û wiha domand: "Ji ber em dibêjin 'Na', em hedef hatin girtin. Em naxwazin daraz, birêvebirin û qanûnçêkirin li ber destekî bên komkirin, em ji vê re dibêjin 'Na'. Li wir wek 'Dibe di nav we de bombeyên zîndî hebin' nêzî me bûn. Halbûkî parastina me peywira wan e. Lê wan wek 'em terorîst in' nêzî me bûn. Serokomar gefan li Ewropayê dixwe û dibêje ew ê li wan deran mîtîngên 'Erê' li dar bixe, lê li welate tehamula meşên 'Nayê' yên jinan nake. Yanî nahêlin em bistrên jî. Çend roj berê li heman cihî kesên daxwaza dardakirinê dikirin meş li dar xistin, lê ji ber em doza aştiyê dikin destûra me nayê dayîn."
‘MILÊ MIN HÎN JÎ DIÊŞE'
Nazli Ulutepe ya hat binçavkirin jî muameleya ku di bin çavan de rastî wê hatin wiha vegot: "Ev êrîşên li me hatin kirin tenê ne di dema 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tên kirin. Di nêvenga OHAL'ê de her jin û derdorên muxalif hedef tên girtin."
Ulutepe ragihand ku di bin çavan de heqaret li wan hatiye kirin û wiha got: "Pêşî bi devkî heqaret kirin, paşê berî parêzer bên em çawa rûnên, em ê çawa biaxivin û hwd. li me hat ferzkirin."
Ulutepe, diyar kir ku dema polîsan xwestiye jineke 18 salî bin çav bikin wê mudaxile kiriye û hatiye binçavkirin û wiha domand: "Di navbera hawizê li qadê û bariyerên polîsên çewîkê de mam, bi vî awayî hatim binçavkirin. Min dizanibû di hawizde ceryan heye. Yanî dibû ku tiştên xerabtir bên serê mirovên li wir. Ji ber tim bi mertalên xwe dihatin, heta ber dîwar hatim asêkirin. Paşê 3-4 polîsan ez kişandim û binçavkirin. Hîn jî destê min diêşê."
‘EM Ê TIM LI KUÇEYAN BIN'
Ayda Işik Sevim a hat binçavkirin jî wiha got: "Bi çengurê em girtin û binçavkirin. Ez ji bo hevalên me yên hatin binçavkirin çûm nexweşxaneyê. Dema li ber nexweşxaneyê li benda hevalên me bûm, polîsekî sixêfên zaf xerab kirin." Sevim dest nîşan kir ku li gel mafên wan ê dmeokratîk jî ew hatine binçavkirin û wiha axivî: "Gelek hevalên me hatin pincirandin, hatin binçavkirin, hatin tacizkirin. Wisa difikirim ku ev jî perçeyeke projeya gihandina nifşekî 'oldar û kîndar'. Ji bo mirov bi awayekî azadtir bijîn em ê tim li kuçeyan bin."