Strana BEKSAV'ê: Ez ê dengê xwe bidim 'Na'yê

STENBOL - BEKSAV'ê maqamê strana "Eşegî saldim çayira" bi "Na"yê hûnand û bi navê "Ez ê dengê xwe bidim Na'yê" besteya wê çêkir. Hunermendê BEKSAV'ê Înan Soker anî ziman ku di referandûmê de gotina "Na" dê mirovan azad bike.

Ji qada hunerê heta niha têkildarî refrandûma 16'ê Nîsanê gelek stranên "Na"yê hatine çêkirin. Niha jî Weqfa Lêkolîna Zanist, Perwerdehî, Estetîk, Çand, Hunerê (BEKSAV) ê jî bi navê "Ez ê dengê xwe bidim Na'yê" (Oyumu verecem Hayir'a) stranek çêkir.

BEKSAV'ê strana "Min ker berda çîman û çayiran" (Eşegî saldim çayira) întibaqî "Na"yê kir û bi têmaya hêviya azadiyê û nebîadkirina ji bo rejîma yekzilamî tevdiger.

‘RÊBAZA VEGOTINA DERDÊ ME'

Ji hunermendên BEKSAV'ê İnan Soker, diyar kir ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji aliyê AK Partiyê ve derbeyeke din pêk hatiye û wiha got: "Bi OHAL'ê li her derî atmosfereke terorî xwe da der. Hemû welatiyên li vê erdnîgariyê nesîbê xwe jê wergirtin û OHAL careke din hat dirêjkirin. Her wiha em vê wek planeke têkildarî pêvajoya referandûmê dibînin."

Soker, dest nîşan kir ku dirûşmeya sereke ya BEKSAV'ê "Ji bo civakê huner, ji bo mirovahiyê zanist, ji bo azadiyê polîtîka" ye û wiha axivî: "Derdê me ew e ku hunera me ji bo civakê be. Hemû pirgirêkên civakê, vê erdnîgariyê, vî welatî derdê me ne jî. Em alîgir in û em ê her wis abin. A rast sedema çêkirina vê strana 'Na'yê jî ji ber vê bû. Ji bo referandûmê awayê vegotina rêbaz derê me, rê û rêbaz e wê ev e."

‘JI BER EM LI HÊLA BIDESTAN CIH DIGIRIN DIBÊJIN 'NA''

Soker, balê kişand ser îxrackirina kedkarên perwerdehiyê û girtina parlementerên HDP'Ê jî û wiha axivî: "Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Dema em dibêjin 'Na', di heman demê de em ji îktîdara yekzilamî re jî dibêjin 'Na'. Em ji êrîşên li dijî jinan re dibêjin 'Na'. Em ji taciz û tecawizan re dibêjin 'Na'. Îro di dema îktîdara AKP'ê de şidet, taciz û tecawiz zêde bûn. Em li aliyê kedkar, bindest, elewî û hemû baweriyên cuda ne. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."

Soker, anî ziman ku ew di strana xwe de bang li kesên dibêjin "Na" û "Erê" dikin û wiha domand: "Gotina 'Na', dê mirovan azad bike. Îro li civakê serweriya çewisandineke dijwar heye. Mirov ditirsin biaxivin. Lê wisa difikirim îro dema hêşînkirin wê hêviyê ye. Ji ber vê dixwazim kesên dibêjin 'Erê' jî bifikirin. Em destûrê nedin rejîma yekzilamiyê, em bi hev re bibêjin 'Na'."

Her wiha Soker got, çend stranên wan ên din jî hene û ew ê di demên pêş de parve bikin.