‘Bavê Qaqlîbazan'

STENBOL- Huseyin Kolay, li Bazara Masiyan a Karakoyê masiyên bermayî dide qaqlîbazan. Kolay ê xwe wek "Bavê Qaqlîbazan" pênase dike, diyar dike ku ji ber ew tevkariya hevkêşeya ekolojîk jî dike bextewar e.

Bazara Masiyan a Karakoyê ya nêzî Îskeleya Tûryol a Karakoyê ye, wargeha dezgeyên masîvana ye û gelek masîvan li vê wargehê debara xwe dikin. Rojê bi hezaran kes berê xwe didin semta Karakoyê û ji ber vê gelek dîmenên bedew derdikevin holê. Nemaze jî muptelayên wêneyan û turîst, ji bo wêneyên xweş bikêşin an jî rastî dîmenên xweş bên tên Karakoyê. Lê li vê semtê welatiyê bi navê Huseyin Kolay jî, bi îkram û ezetên xwe qaqlîbazan vedihewîne û wan xwedî dike.

Dema qaqlîbaz masiyên ku Huseyin Kolay dide ber wan dixwin, deng ji wan dertê û hema bêje ev deng mizgîniya hatina biharê didin. Lê li gel vî dengê mizgîndar, şahiyeke dîtbarî jî xwe dide der ku mirov pê bextewar dibe.

'BAVÊ QAQLÎBAZAN'

Huseyin Kolayê emekdar ê bi paqijkirina dezgehên masiyan debara xwe dike, li gel 70 saliya xwe jî her tim dixebite. Her roj saet di 07.00'an de tê Bazara Masiyan a Karakoyê û dest bi paqijiya dezgehên masiyan dike. Lê li gel karê xwe qaqlîbazan jî îhmal nake. Kolay ê rojê bi 70'ê lîreyî dixebite, ji dêvla ku ew bermayiyên masiyan bavêje çopê bi awayekî îhtimamî pê qaqlîbazan xwedî dike. Diyar dike ku ew rojê sê çar caran bermayiyên masiyan dide qaqlîbazan û dibêje, ji ber vê ew bala turîst û wênekêşan jî dikêşe. Kolay ê xwe wek "Bavê Qaqlîbazan" pênase dike wiha dibêje: "Dema tevî erebokê min li ser çopê dibînin, min dişopînin. Tu zanî çawa min dişopînin? Ereboka li cem çopê nîşan didim, paşê bi qîjînî min dişopînin. Ji qaqlîbazan dema yek jê ji bo masiyan xwe datîne yên din jî xwe datînin û dest bi xwarinê dikin." Kolay, diyar dike ku qaqlîbaz ji ber ronahiyên li cem tenekeyên çopan in nerihet dibin û dibêje, ew bermayiyên masiyan vedişêre û dema serê sibehê ew tê kar, ewil wan bermayiyan dide qaqlîbazan. Kolay, li gel xweyîkirina qaqlîbazan ji ber tevkariya hevkêşeya ekolojîk jî dike bextewar e û tîne ziman ku, sohbeta wî ya bi masiyan re jî xweşsohbet e.

WÊNE: Metîn Yoksu - dîhaber