STENBOL - Di operasyona li Sultangazî, Okmeydani û Kuçukçekmeceyê de polîsan bi ser 10 malên ku navnîşanên wan berê hatibûn diyarkirin de girtin û 3 kes binçavkirin.
Li navçeyên Sultangazî, Okmeydani û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê polîsên TEM, komên Midûryeta Îstîxbaratê û MÎT’ê li dijî 10 malên ku navnîşana wan berê hatibûn diyarkirin operasyon pêk anî. Di operasyonê de E.E., S.K. û S.C. hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji bo îfadeyên wan bên girtin birin Midûryeta Polîsa ya TEM’ê ya li ser Kolana Vatanê ye.