Ji saziyên êzîdîyan daxuyaniya hevpar

ŞENGAL - Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan ku ji 16 partî, rêxistin û saziyên li Şengal, bajarên herêmê, Ewropa, Rusya û Ermenîstanê pêk tê, ji bo Şengalê bang li hêzên navnetewî kir û bi 8 xalan daxwazên xwe rêz kirin.

Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan derbarê êrîşên komên girêdayî PDK'ê ku di 3’yê Adarê de li ser Xanesora Şengalê pêk hatin û helwesta xwe ya li dijî êrîşan de daxuyaniyek girîng da. Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin di dema fermana 73’yan de pêşmergeyan û hêzên Iraqê Êzîdî bi tenê hiştine, lê gelê Êzîdî hêzên xwe yên parastinê avakirine û niha wekî îradeyekê sazûmaniya xwe pêk tînin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku îradebûyina gelê Êzîdî hesabên hin derdoran xirab kirine, loma planên êrîşan li Munîh û Enqereyê çêkirine û êrîşên li ser Xanesorê jî encama van planan e. Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîn û yekîtiyê li tevahiya gelê Êzîdî û Kurdistanê hat kirin. Ji hêzên navnetewî jî hat xwestin ku îradeya Şengalê ya azad nas bikin.

Kordînasyonê êrîş şermezar kirin û wiha cih da daxuyaniyê:

“Di 3’yê Adara 2017’an de hin komên çete êrîşî bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê kirin û xwestin komkujiyek din pêk bînin. Li hemberî van êrîşan di serî de hêzên parastina Êzdîxanê YBŞ/YJŞ, tevahiya gelê me berxwendanek mezin nîşan daye û nehiştiye ku êrîşkar bigihîjin armanca xwe. Di vê berxwedanê de 7 şervanên Êzdîxanê bedena xwe kirin mertal û gihîştine şehadetê. Her wiha li tevahiya Kurdistan û derveyî welat gelê me nerazîbûnek bi wate û giranbûha nîşan daye. Em vê berxwedana bi rûmet a parazvanên Êzdîxanê û gelê me silav dikin û bejna xwe li ber şehîdên berxwedanê ditewînin.

HÊZÊN SERDEST KETIN NAVA TENGEZARIYÊ

Di demeke wiha de ku çarenûsa Rojhilata Navîn ji nûve tê diyarkirin, deng, reng û baweriyên herêmê wekî îradeyek azad jiyana hevpar radiçînin , êrîşên bi vî rengî watedar in. Hêzên statukoparêz, desthilatdar û dîktator ên ku ji hilweşandina pergalên xwe ditirsin û ketine nava tengezariyê, li ser hev planên dirêjkirina temenê xwe dikin. Em êrîşên dawî yên li ser Xanesorê jî di vê çarçoveyê de dinirxînin û wekî perçeyek van planan dibînin.

Balkêş e ku êrîşên ser Xanesorê piştî hevdîtinên Munîh û Enqereyê pêk hatine. Di van hevdîtinan de planên êrîşan hatine çêkirin. Nexasim di nava komên êrîşkar de endamên MÎT’ê, komên ku di fermanada 73’yan de cîh girtine jî hene.

KOMÊN ÊRÎŞ KIRIN DI ÊRÎŞA DAÎŞÊ DE LI KU BÛN?

Îdîaya êrîşkaran ew bû ku dê parastina sînorê Şengal û Rojava bikin. Baş e; li vê herêmê çi heye? çima dixwazin bikevin herêmê. Ma gelo ev der dibin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye? Dema çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, komkujî pêk di anî ev kom li ku derê bûn?

Wekî hemû cîhan jî di zane, di 3’yê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengal û gundewarên wê kirin û fermanek bi serê gelê êzîdî anî. Di vê fermanê de bi deh hezaran zarok, keç, xort, jin, pîr û kal hatin kuştin. Bi hezaran kes hatin revandin, keç, jin û dayikên Êzîdî bi hemû pêkanînên dij exlaqê mirovahiyê re rû bi rû man. Bi sed hezaran gelê me koçber û perîşan bû, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

GEL TENÊ HIŞTIN

Di wê demê de hêzên hikûmeta Iraqê û pêşmergeyan gelê me ji hovîtiya çeteyan re hiştin û herêm terikandin. 12 hezar pêşmergeyên li Şengalê hatin vekişandin û gel bi tenê ma. Bi gotineke din, yek ji sedemên bingehîn ên vê fermanê ev hêzên behsa mijarê ne.

YBŞ/YJŞ ŞENGAL PARAST

Yên ku bi hawara gelê Êzîdî hatin şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê bûn. Bi saya wan korîdora mirovî hat vekirin û bi sed hezaran gelê me hat rizgarkirin. Gelê Êzîdî ku heta niha 73 ferman bi ser wan de hatine, êdî baweriya xwe bi hêzên derve nayîne. Ji ber vê yekê ye ku hêzên xwe yên parastinê ava kirin. YBŞ û YJŞ ku di dema fermanê de hatin avakirin, bersiva vê yekê ne. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê piştî gel veguhest cihên bi ewle, dest bi rizgarkirina xaka pîroz kirine û heta niha bi dehan gund û navenda Şengalê rizgar kirine. Vaye cihê ku di êrîşa dawî de komên çete xistin hedefa xwe jî, yek ji van wargehên rizgarkirî ye. Ango Xanesor û derdora wê, ji aliyê YBŞ/YJŞ’ê ve di sala 2014’an de ji çeteyan hatin paqijkirin.

XANESOR VÎNA GELÊ ÊZÎDÎ YE

Ev 2 sal û nîve li ser vê xaka pîroz gelê Êzîdî îradeya xwe ji nû ve ava kir. Ji bilî hêzên parastinê, ji siyaset, heta civak, çand, ziman û baweriyê di her qadek jiyanê de sazumaniya xwe ava kir û rêveberiya xwe derxistin holê. Xanesor jî wekî navenda vê îradeya ku ne girêdayî tu aliyan e. Ji van daneyan jî eşkere dibe ku armanca êrîşan têkbirina îradeya gelê azad e. Êrîşkar dizanin ku bi vê îradeyê berjewendiyên wan têk diçin, lewma plan kirin ku Şengalê dorpêç bikin û teslîm bigirin.

EM XWEDÎ MAF IN

Ji serpêhatî, ferman, korçberî û hemû zehmetiyên hatine kişandin gelê Êzîdî tecrubeyên gelekî mezin girtine. Civaka me êdî li hemberî her polîtîkayek li ser Şengalê tê meşandin, bi guman e. Ji ber evqas fermanan, di vê gumana xwe de jî gelekî mafdar e. Baweriya civaka me nemaye ku dê tu hêzek derve wan biparêz e û birêve bibe. Em êdî li ser vê xakê tu hêzek din naxwazin. Mafê me yê mîrovî û gerdûnî heye ku em jî rêveberiya xwe ava bikin, xwe birêve bibin û biparêz in.

JI BO PARASTINÊ YEKÎTÎ DIVÊ

Li ser vî esasî em di serî de bang li gelê Êzîdî yê li ser xaka pîroz, çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku di bin sîwaneya îradeya azad de bibin yek û helwesta xwe zelal bikin. Em jibîr nekin ku heta yekîtiya me nebe, em nikarin xwe biparêzin û bidin qebûlkirin. Aloziya ku bi êrîşa li ser Xanesorê re destpê kiribû, hîn nehatiye çareserkirin. Komên êrîşkar hîn li cihê xwe disekinin û sedema talûke û aloziyê ne. Heta ku ew hebin jî, wê xeterî bidome. Ji ber vê yekê, heta ku ev kom tên vekişandin pêwîste gelê me liser piyan be û dengê Şengalê bigihîne sazî û dezgehên navnetewî.

Her wiha em bang li tevahiya civaka Kurdistanê dikin ku helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka gelê Êzîdî, di heman demê de pirsgirêkek Kurdistanî û rûmetê ye. Di vê çarçoveyê de bi taybetî ji gelê Başûrê Kurdistanê, partî û rêxistinên wê yên siyasî daxwaza me ew e ku pêşî li vê xiyanet û polîtîkaya ku xizmeta dijminên kurdan dikin, bigirin.

DIVÊ PÊKHATEYÊN NÎNOVA HEVPAR TÊBIKOŞIN

Ev êrîşên behsa mijarê di heman demê êrîşên li ser çandên cihêreng ên Nînovayê ye. Lewma em bang li gelên Asurî, Suryanî, Turkmen, Kakaî, Şebek, Şiî û Ereb dikin ku ew jî li hemberî polîtîkayên komkujî, asîmîlasyon, helandin û tunekirinê bi gelê Êzîdî re têkoşîn hevpar bimeşînin.

VÎNA GEL NAS BIKIN

Di heman demê de em bang li sazî û dezgehên navnetewî dikin li hemberî van êrîşên ku îradeya gelê me dişikînin bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Daxwaza me bi taybet ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ew e ku Şengalê wekî rojevek taybet binirxînin.

KOORDÎNASYONÊ DAXWAZÊN XWE WIHA RÊZ KIR

1- Ji bo ku alozî hîn kûrtir nebe, pêwîst e komên ku bûne sedema krîzê û li herêma Xanesorê bicîh bûne, di zutirîn demê ji hêrêmê bên vekişandin. Aloziya ku niha li herêma Xanesorê tê jiyandin wekî bîdona barûtê ye û dibe her kêliyekê biteqe. Lewma ji rewşên ku dibe pêk wer in, em berpirsyar nîn in.

2- Çekên ku Koalîsyona Navnetewî bi armanca şerkirina li dijî DAIŞ’ê dabûn PDK’ê, divê bên kontrolkirin û destûr neyê dayîn ku li hemberî gelê me bên bikaranîn.

3- Daxwaza me ji hêzên navnetewî ew e ku mudaxilî vê rewşa bi aloz ku niha dom dike bibin û şandeyên serbixwe bişînin herêmê.

4- Civaka me ya Êzîdî ji ber bawerî û çanda xwe ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye dorpêçkirin. Lewma ji bo parastina çand û baweriya Êzdayetiyê pêwîst e xelekek parastina navnetewî bê avakirin.

5- Tehdîda li ser gelê Êzîdî di heman demê, li ser pêkhate û çandên din ên Nînovayê jî heye. Lewma pêdivî heye ku ji bo parastina çand, bawerî û nasnameyên Asûri, Suryanî, Kakaî, Turken, Şiî, Şebek û Ereb jî tedbîrên parastinê bên girtin.

6- Pêwîst e fermana 73’yan wekî jenosîd bê pênasekirin û civaka Êzîdî jî wekî mîrateya dîrokî bê naskirin û parastin.

7- Em wekî civaka êzidiyan ji ber tecrûbeyên dîrokê pêwîstî bi rêveberî û parastina xwe ya xweser dibînin. Daxwaza me ji civaka navnetewî jî ew e ku vê îradeyê nas û qebûl bike. Li ser vî esasî em dixwazin ku ev statuya Şengalê bê naskirin.

8 - Civaka Êzîdî heta niha di 73 fermanan de derbas bûye û her tim bi êrîşên derve re rû bi rû maye. Ev talûke îro jî berdewam dike. Lewma pêdiviya me bi hêza xwe ya parastinê heye. Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku YBŞ û YJŞ wekî hêzên parastina Şengalê bên nasirin û destek kirin.

PÊKHATEYÊN KOORDÎNASYONÊ

Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan di 6’ê Kanûna 2016’an de li bajaroka Xanesorê bi civîneke berfireh hat avakirin. Di civînê nûnerên saziyên êzidiyan ên li Şengal, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, Rusya, Ermenîstan û Ewropayê amade bûn. Piştî nîqaşên berfireh îlana kordînasyonê ji raya giştî rehat eşkere kirin.

Ji Ewropa: Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAVYEK), Meclîsa Jinên Êzîdî ya Ewropayê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Meclîsa Ciwanên Êzîdî ya Ewropayê, Hevbendiya Êzidiyên Rojava ya Ewropayê

Ji Rojava: Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê,

Ji Bakûr: Platforma Piştgiriya Jinên Êzîdî, Meclîsa Êzidiyan,
Ji Rusya û Ermenîstan:Meclîsa Êzidiyan a Rusyayê, Meclîsa Êzidiyan a Ermenîstanê

Ji Şengal: Meclîsa Avakar a Şengalê. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Meclîsa Ciwanên Êzîdî