NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Mafê Bilind ê NY’ê ya derbarê operasyonên Tirkiyeyên ên li bajarên herêmê de rapora binpêkirinên mafan aşkera kiribû, daxuyaniyek din jî rayedarê Rêxistina Efûyê John Dalhuisen hat. Dalhuisen, diyar kir ku rapora NY’ê û lêkolînên wî hev digirin.
Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî operasyonên leşkerî û qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Silopî, Sûrê û binpêkirinên mafan ên mirovan raporek şewand. Rêxistina Efûya Navneteweyî jî daxuyaniyek bi heman rengî da. Dîrektorê Rêxistina Efûyê yê Ewropayê John Dalhuise diyar kir ku ew jî daneyên di rapora NY’ê de piştrast dikin û wiha got: “Ev dane nîşan didin ku rayedarên Tirkiyeyê bûne sedem ku gelek welatiyên li başûrêrojava koçber bibin û bi tevahî cezakirina gele. Ev dane belgeyên lêkolînên me yên dawî ne.”
NIKARIN WEKÎ HINCET BIKARBÎNIN
Daxuyaniya Dîrektorê Rêxistina Efûyê yê Ewropayê John Dalhuisen wiha ye: “Binbarîtiya dewletê ya pêkanîna ewlehiyê, nikare hincetan ji bo; bi îlankirina qedexeyên ku salan derbas dike jiyana welatiyên ku xira dike, bi zorê ji cihêd xwe kriin û avahiyên wan xirapkirinê, bikarbîne. Lêkolînên me gihiştin wê qenetê ku gelê li Amedê ji cihên xwe hatine kirin, li malên elternatîf ne hatine bicihkirin 3u ji bo xwe bigihînin xizmetên xwe yên bingehîn têkoşînê didin. Ji xwe malbatên ferqîr, ji ber îmkanên wan ên perwerde û îstîhdamê kêmin, ji ber tezmînat ne girtine zehmetiyek mezintir dijîn.”
‘DIVÊ TIRKIYÊ TEVBIGERE’
Dalhuisen wiha dawî li gotinên xwe anîn: “Divê bi rapora Komîseriya Bilind a NY’ê divê Tirkiye bêyî ku dem winda bike bikeve nava tevgerê. Divê demildest li herêman qedexe derketina derve bê rakirin, hemû ziranên welatiyên ji van pêkanînan bandor bûne bên pêşwazîkirin û destûr bê dayîn ku gelê ji warê xwe koçber bûne vegerin malên xwe.”