Parlamenter Abdullah: Barzanî pêşmergeyan ji bo xwe bi kar tîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Huşyar Abdullah diyar kir Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Partiya wî pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Herdî Heme Salih ku 20 sal pêşmergetiya PDK'ê kir û girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, piştî zext û doza îstixbarata giştî ya PDK'ê, ji pêşmergetiyê hat dûrxistin û ji Hewlêrê derket. Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê û Parlamenterê Tevgera Goran Huşyar Abdullah têkirdarî mijarê daxuyanî da. Abdullah diyar kir ku tenê ji ber sedemê ku ji berî çend şevan Tara Hisên di qenalê NRT'ê de rexne li siyaseta PDK'ê ya derbarê bûyerên li Şengalê kir, di 9'ê Adarê, de hevserê wê yê bi navê Herdî Heme Salih ku li Fûgaya 4 pêşmerge bû ji pêşmergetiyê hate dûrxistin û wiha got: "Ji berî niha jî pêşmergeyekî din yê bi navê Hêmin Binesilaweyî li Hewlêrê piştî ku pora wî birîn û bêrêzî li hember kirin. Hêmin û mala wî ji bajarê Hewlêrê der dixin û piştre jî ji pêşmergetiyê dûr dixin."

'Barzanî pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne'

Huşyar Abdullah anî ziman ku Barzanî li derveyî Herêma Kurdistanê nav û êşên pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha gt: "Li nav Herêma Kurdistanê her pêşmergeyekî nakokiyên wî ligel partiya xwe hebe, nêzîkatiyên dijberiyê li hember dikin û mafê wan binpê dikin. Demê wê hatiye ku hikûmeta Iraqê û rêxistinên mafên mirovan sînorekê li pêşiya binpêkirina Barzanî û partiya wî danin. Bêdengiya li hemerî rewşê metirsîdar dike. Bi taybet her kesê dît ku di 4'ê Adarê de li ber Parka Samî Abdulrehman bi rengekî neyasayî kampanya reşkirina hejmarek hemwelatiyên Hewlêrê dan destpê kirin, tenê ji ber li dijî bûyera li Şengalê rû dayîn dixwestin nerazîbûna xwe bînin ziman. Êdî dema wê hatiye sînorekê ji bo van binpêkirinan danîn."