Destûr nedan Newroza Nisêbînê

MÊRDÎN - Li Nisêbînê serlêdana ji bo pîrozbahiya Newrozê hat kirin ji aliyê qaymaqamiya navçeyê ve nehat qebûlkirin. Endamê Komîteya Amadekar ê Newrozê Şêxmus Çetîn diyar kir ku ew ê di 17’ê mehê de ligel qedexeyê li qada Newrozê bin û banga tevlîbûna pîrozbahiyê kir.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di dê 17’ê Adarê de starta pîrozbahiya Newrozê bi şîara “Teqez Em ê bi ser bikevin” bê dayîn serlêdana ji bo pîrozbahiyê hat kirin ji aliyê qaymaqamtiya navçeyê ve nehat qebûlkirin. Endamê Komîteya Amadekar ê Newrozê Şêxmus Çetîn da zanîn ku serlêdana wan jî ber hinceta “Di 17’ê mehê de Newroz nayê pîrozkirin” nehatiye qebûlkirin.

‘EM Ê LI QADA NEWROZÊ BIN’

Çetîn desnîşan kir ku pîrozbahiyên îsal ji bo wan gîrîng e, ew ê ligel neqebûlkirina serlêdanê jî bi gel û kesên hatine hilbijartin re li navçeyê bin. Çetîn anî ziman ku ew ê gund bi gund, mal bi mal xebatên xwe bidomînin û ev bang li gel kir: “Em ê bi roja Newrozê dest bi paqijkirina şopên hilweşandina li Nisêbînê bikin. Bila hemû gelê me di 17’ê mehê de li qada Newrozê amade be.”