Rojnamegeran ji rojnamegeran re name xand

STENBOL - Înîsiyatifa Rojnamegerên Derve ji rojnamegerên li Girtigeha Hêjmar 9 a Sîlîvre name şand.

Komek xebatkarên çapemeniyê ku navê Înîsiyatifa Rojnamegerên Derve li xwe kirin bi armanca piştevaniyê name ji Rojnamegerên Girtî yên li Girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvre şandin. Koma rojnamegerên li pêş Postexaneya Kadikoyê kom bûn, dowizên “Ji Rojnamegeran re Azadî" vekirin û diyar kirin ku li gel rojnamegerên girtî cih digirin. Rojnamegeran berî nameyan bişînin daxuyanî dan û piştre name şandin. Li ser navê rojnamegeran Ji Rojnameya Bîrgunê Gulşah Karadag, daxuyanî da û diyar kir ku Rojnamegerê herî mezin di girtigehê de ye. Karadag, anî ziman ku ew vê yekê nabêjin û wiha got: "Rêxistina Rojnamegeren Sînornenas vê yekê dibêjin. Niha li girtîgehan 148 rojnamegerên girtî hene. Wekî ku ew tên girtin pênûsên wan jî li pişt şîşên hesinî tên girtin. Herî zêde binpêkirina mafên rojnamegeran li Girtîgeha Silivrî pêş dikeve. Fikr û ramanê wan tên girtin. Ev bê hiqûqî ye. Ji bo em piştgiriyê bidin wan me kampanya "Nameya rojnamegerên Di bin Tecrîdê de" pêk anî.

Rojnamegeran piştrî daxuyaniyê name ji girtiyan re şand.