STENBOL - HDK’ê derbarê qetlîamên Halepçe, Beyazit, Qamişlo, Gazî û Umraniyê de daxuyaniyek da wiha got: “Em ji dîktatoriya zilamekê û qetlîman re dibêjin Na.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), derbarê qetlîamên di meha Adarê de li cihûn cuda û di dîrokên cuda de hatine pêkanîn de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meha Adarê meheme ku bi qetlîamên cuda di hişê her kesî de maye û ev tişt hatin gotin: “Qetlîamên li Halepçe, Beyazit, Qamişlo, Gazî û Umraniyê hatin pêkanîn bandorek mezin li ser gelê me kiriye û şopên kûr hiştine. Hêjî polîtîkayên qetlîaman ên dewletên desthilatdar li ser gel bawerî û demokratan berdewam dike. Li welatê me jî ev polîtîka ji aliyê rejîma AKP/Erdogan ve tê meşandin û hêjî didome.”
'JI QETLÎAMAN RE NA’
Di daxuyaniyê te ev tişt hatin destnîşankirin: “Îro îktîdara AKP’ê polîtîkayên qetlîamê bi berfirehî dixe meriyetê. Di çarçoveya ‘plana hilweşînê’ ya ji aliyê MGK’ê ve hatiye amadekirin, bajar tên hilweşandin, bombekirin û mirov bi saxî tên şewitandin. Heta dewlet bi qetlîaman re neye rûyê hev û hesap nede dê qetlîam berdewam bikin. Ger hesaba qetlîamên li gelê kurd û Elewî hatin kirin bihatiba dayîn, berpirs hatibana aşkerakirin dê polîtîkayên qirkirin û qetlîaman îro berdewma nekiribana. Ji bo hesaba qeltîamên Halepçe û Gaziyê bê pirsîn em ji ‘Dîktatoriya Zilamekê’ û ‘Qetlîaman’ re dibêjin Na. Em kesên di qetlîaman de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin û em carek dibêjin me ew ji bîrnekirine û em ê ji bîrnekin.”