STENBOL - Der barê Helîkoptera di 10'ê Adarê de li Beylikduzu ya Stenbolê ket xwar û 7 kes têde mirin lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgerê Komarê Yê Buyukçekmece têkildarî Helîkoptera Holdînga Eczacibaşi lêpirsîn dest pê kir.
Saet di 11.15'ê 10'ê Adarê de helîkoptera aydî holdînga Eczacibaşi ya ji Beylikduzu diçî navçeya Bozhoyuk a Bîlecîkê, ji ber sedemek nehat aşkerekirin ket xwar û 2 pîlot bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Têkildarî qezayê û xistina helîkoptera Sikorsky ya tîpa S-76 Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê lêpirsîn da destpêkirin.