AMED - Xizmên windayan û ÎHD'ê bi silogana "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê aqubeta Rıdvan Karakoç ê ku ji sala 1995'an were agahî jê nayê girtin pirsîn.
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 422’yan de salona ÎHD'ê ya Amedê berdewam kir. Xizmên windayan ku ji sala 2009’an were li Parka Koşuyoluyê li ber abîdeya Mafê Jiyanê çalakiya xwe pêkdianîn, ji ber walîtiya Amedê çalakiyên li derve qedexekirin ev 29 hefteye li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe pêk tînin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn. Dîsa xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û wêneyên girtiyan rakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994’an de li Stenbolê biryara girtina wî hatibû dayîn û ji 20’ê Sibata 1995’an agahî jê nayê girtin pirsîn.
Beriya çalakiya rûniştinê Endamê Komîsyona Windaya yê ÎHD’ê Adnan Orhan axivî û diyar kir ku ji bo dad bi cih were ew ê pirsîna aqûbeta windayan bidomînin. Orhan, da zanîn divê kujer bên darizandin û wiha got: “Em dibêjin ku ji bo rastî were lêkolînkirin divê komîsyonek bê avakirin. Divê dewlet bi rastiya windayan re bê rûyê hev.”
Piştî axaftinan Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Emîn Ermîn çîroka Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994’an de li Stenbolê biryara girtina wî hatibû dayîn û ji 20’ê Sibata 1995’an agahî jê nayê girtin vegot. Ermîn diyar kir ku bi salan dayîka Karakoç Asiye ji bo aqûbeta kurê xwe bipirse têkoşîn meşan û li qadan bû lê bêyî aqûbeta kurê xwe bizanibe jiyana xwe ji dest da.
Piştî daxuyaniya hat dayîn xizmên windayan çalakiya rûniştinê pêk anîn.