ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di civîna referandumê de gotina Serokwezîr Yildırım a “Em neviyê Begê Bolu ne" bibîr xist û got: "Ew Begê Boluyê ne. Em Koroglu ne. Ew çi zanin Koroglu.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê di çarçoveya xebata referandumê de li Odela Neva Palasê civîn pêk anî. Gelek kesên navdar beşdarî civinê bûn. Li salonê bi kurdî û tirkî nivîs û dowîzên "Hayir", "Na" hatin vekirin. Di civîna ku stranên hilbijartinê hatin strîn Rêvebera HDP'ê ya Enqereyê Elif Torun Oneren, diyar kir ku ew dê di 16'ê Nîsanê de heviya hevpar a gelan xurt bikin û silav ji Hevserokên HDP'ê yên girtiyan re şand.
Hevserokê DBP'ê Ahmet Aday ji bi kurdî axivî û beşdarên civîna referandûmê silav kir. Atay, anî ziman ku ew projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Xweseriya Demokratîk dixwazin."
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Birsen Kaya jî parlamenter û rêveberên HDP'e yên girtî silav kir û diyar kir ku ew dê di 16'ê Nîsanê de heviyan mezintir bikin. Kaya xistina endamtiya Yuksekdag şermezar kir û wiha got: "Me hevî û êşên milyonan gihand hev û em hatin vir. Ew çi bikin bila bikin dê nikaribin li gorî xwe bi teşe bikin. AKP dixwaze pergala koledar bispêre gelan. 1,5 salin zilm li ser me zêde kir. Di pevajoya OHAL'ê de zordariya wan li kolanan xwe da der. Em dê kampanya li Enqereyê mezintir bikin."
Li ser navê HDK'e jî Fikret Çalagan diyar kir ku ew dê emclîsa Xêrê û "Na" mezin bikin. Çalagan, da zanin ku ne paşeroja vê hikûmetê û ne jî dê pêşeroja wê bi xêr be û ji ber vê yekê dê "Na" mezin bikin.
EM DÊ BÊTIR BIXEBITIN
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, jî Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê yê berê Îbrahim Binicî silav kir û wiha got: "Enqere ji bo wan bû suprîz. Em dê li dijî zilma wan bêtir têbikoşin. "Na" ya me ya ewil li dijî zilma wan e. Ew çi bikin bila bikin ew dê nikaribin me teslîm bikin û dê teslîmiyeta me nebînin. Dê bersîva vê yekê jî di Sibeha 17'ê nîsanê de bibînin." Onder, gotina Serokwezîr Yildırım a “Em neviyê Begê Bolu ne" bibîr xist û got: "Ew Begê Boluyê ne. Em Koroglu ne. Ew çi zanin Koroglu. Ez bang li xwedayê xwe dikim û dibêjim Xwedayê min, te ev qûlê xwe xuliqand, tu çima naşopîne. Ji bo vê yekê te çima hinek wîcdan nehişt. Ez serokwezîrê ku her devê xwe vedike neheqiyan dike ji navbera xwe û te derdixim û dibêjim. Ew halanan li me didin, lê em dixwazin tu di 17'ê Nîsanê de sebre bide wan. Em li ber kede bi hurmet in. Lê îktidar destûr nade anketor encama anketan bi raya giştî re parve bikin. Zêdeyî 400 hezar kedkarên cemaweriyê hatin dûrxistin û 150 hezar xebatkar hatin îxrackirin. Ji bo welatekî wisa xêr nayê. Wekî Hz Îbrahim gotiye "Îktîdar her dem bi xwarina mirovan dilîze. Ji ber vê yekê hûn dê sileyek mezin bixwin. Kesên vê zilmê dibînin nabêjin "Erê" dê ji vê zilmê re bêjin "na".