DERSIM - Hat diyarkirin ku li ser riyên bejahî diçin geliyê Dînar û Çet ên Geyîksuyu ya girêdayî navenda Dersimê ye leşker xendekan dikolin.
Hat diyarkirin ku li ser riya bejahî ya Geyîksuyuya navbera navçeya Hozat û navenda Dersimê ye leşker xendekan dikolin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin k udi ketina Şakak, Mîstîran, riyên gundê Sepertek û Çet ên li ser riya Geyîksuyuyê ne xendek hatine kolandin.
Beriya çend rojan di ketina gundê Roşnek ya li ser riya Geliyê Pulumurê ye leşkeran xendek kolane.