Guven: NY dereg be jî divê komkujiyê teşîr bike

AMED - Hevseroka KCD'ê bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kir û xwest dest ji hewldanê xwe yê "polîtîkayên birakujiyê" berde. Guven, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwest û dereng be jî komkujiyên li bajarên Kurdistanê rû dan teşîh bike.

Komeleya Çand û Piştevaniya Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Mezopotamya (MEYA-DER), malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DBP'ê civîn pêk anî. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe, Hevseroka DBP'ê Ruken Akça, Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Di civînê de Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe,bertek nîşanî zextên ku li Amedê pêş dikevin da.

LI GIRTÎGEHAN ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bal kişand ser şerê 40 salin li herêmê didome û wiha got: "Bi taybetî têkoşîna dayikan têkoşînek pîroz û bi rûmet e. Em çalakiyên li girtîgehan dest pê dikin jî silav dikin. Di sala 2009'an de kurdan xwest li salonên dadgehê bi kurdî îfade bide. Lê ev daxwaza kurdan hat redkirin. Li dijî vê daxwazê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Piştî têkoşîna 2 salan qebûl kirin ku îfadeya bi kurdî qebûl bikin. Ev jî nîşan dide ku ew çiqas zextan zêde bikin, berxwedan jî lî hemberî vê zilmê zêde dibe. Em ji bo yekîtiya gelê kurd bang li Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî dikin û dibêjin dest ji polîtîkayên "birakujî” berde. Em dixwazin ji bo yekîtiya neteweya kurdan gavan bavêjin. "

DAYIKA HAVVA SERBEST BERDIN

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran 3 rojin di bin çavan de ye. Em bang li rayedaran dikin ku bi lezgîn Havva Kiran berdin. Dayikek 71 salî ji ber fikrên wê tê binçavkirin. Ev rezaleta Tirkiye ye. Hemû kesên li gel dayika Havva hatin binçakirin bila zû berdin."

BILA NY KOMKUJIYÊ TEŞÎR BIKE

Guven, helwesta Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û bi gotina "Roj baş " bertekên xwe anîn ziman. Gunen wiha got: "Bi dehan caran li dijî kurdan komkujî pêk hat. Dîsa li bajarên kurdan komkujî pêk hat. Neteweya Yekbûyî dereng mabe jî em dixwazin vê komkujiyê teşîr bike. Dîrok dê vê komkujiyê derxe holê."

Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî bal kişand ser polîtîkayên zext û şer ên her ku diçe belav dibe û wiha got: "Her çendî zext û şer pêş bikev li hemberî vê yekê berxwedan jî pêş dikeve. Gelê kurd bi salan e li dijî van zext û zordariyan di ber xwe dide. Em ji her kesî dixwazin ku li dijî vê zilmê dengê "Na" bidin."