STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. ÎHD'ê di çalakiyê de xwest girtiya nexweş Zubeyde Aydin bê berdan.
Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan, çalakiya "Rûniştina F" a li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Komîsyon di hefteya 259’an de dîsa li qadê kom bûn û dawîzên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin rakirin. Komîsyonê di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Di hefteya 258’an a Rûniştina F de bila Devrîm Bulakmak bê berdan" rakirin. Endamên komîsyonê bê navber siloganên “Mirov bi mafên xwe mirov in", “Bila Devrim Burakmak bê berdan" “Bila girtiyên nexweş bên beran" berz kirin.
‘DERMANÊN ZUBEYDE AYDIN NAYÊN DAYÎN’
Parêzvana mafên mirovan Aylîn Hacaloglu daxuyani xwend û diyar kir ku Zubeyde Aydin a li Girtîgehsa Jinan a Şakranê dimîne nexweşê mîdeyê ye û wiha got: “Li 8 cihên cuda fitiqên wê hene. Rêveberiya girtîgehê di demên dawî de destûr nade dermankirina wê. Nikare xwe li ser piyan bigire, ji ber nexweşiya mîde divê diyete bike lê xwarinên diyete nadin wê. Sewqên wê yên nexweşxaneyê nayên kirin, di dema rendevuya doktor de ji ber li pêş çavê leşkeran lêmêzekirin qebûl nekiriye dermankirina wê nîvî maye. OHAL’ê dikin hincet û dermanên wê nadin ji ber wê êşên wê vegeriyane îşkenceyê. Em dixwazin ku zilma li ser girtiyan bi dawî bibe û girtiyên nexweş ên ku pirsgirêkên wan ên tendirûstiyê hene serbest bên berdan.”
Piştî Hacaloglu dapîra zarok Mîraz a 7 mehî ku bi dayîka xwe re li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin Gulsum Dîken jî bertek nîşanî pêkanînan da û wiha pêde çû: “Ez dixwazim ji bo girtiyên wekî Mîraz û dayîka wê Gulîstan Dîken qanûnên nû bên derxistin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bila Zubeyde Aydin bê berdan” bi dawî bû.