Aqûbetna windayan li Îzmirê pirsîn

ÎZMÎR - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvebere ÎHD'ê Denîz Bayrak çîroka jinên hatin windakirin xwend û aqûbeta windayan pirsî.


Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyês sivîl û civakî û rêveberên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Komê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Deniz Bayrak daxuyanî da. Bayrak, bi minasebeta 8'ê Adarê jinên di salên 1990’an de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Bayrak, diyar kir ku Ayten Ozturk li Dersimê wekî karmend dixebitî û di 28'ê Tîrmeha 1992'an de ji aliyê 3 kesên bi maşîneya spî ve hatin revandin û piştre agahî jî nehat girtin. Bayrak, anî ziman ku bav Hidir Ozturk serî li polîs û dozgeriyê da, lê tu encam bi dest nexist. Bayrak, da zanîn ku li ser îxbara bi telefona di 8'ê Tebaxa 1992’an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpêtê ji wan re hat bûn xwedî agahi û wiha got: "Şivanekî Ayten Ozturk li ser rêya Bejayî ya Xerpêtê li qada Kartaltepe nîv veşartî dît. Ji ber îşkenceyê êdî nedihat nasîn. Çerê mê hatibû gurandin û hin perçeyê laşê wê hatibû qetandin. Malbata Ozturk di 21'ê Cotmeha 2013'an de serî li Dadgeha Qanuna Bingehîn dan. Dadgehê di 21'ê Nîsana 2016’an de biryar girt ku mafê wê hatiye îhlalkirin û biryar da ku 50 hezar TL bide malbatê.

JINÊN LI MEZRAYA MIRIK HATIN WINDAKIRIN LI KU NE?

Bayrak, anî zima nku li herêma mezraya Mirikê operasyonên leşkerî zêde bûn û ji ber şer û serdegirtina malan malbatan ji mezrayê koç kirin û wiha got: "Di 24'ê Îlona 1994'an de malbata Işik û Serin li mezrayê man. Leşkeran zarokên wan Hatun Işık, Elif Işık, Yeter Işik, Gulizar Serin û Dilek Serin binçav kirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. Malbatê serî li DMME'ê dan. Di 5'ê Cotmeha 1994'an de Lutfiye Kaçar hat windakirin. Malbat û parêzerên Kaçar û ÎHD'ê serî li rayedarên fermî dan, lê tu agahî bi dest nexistine. Di rapora otopsiyê ya 24'ê Çila 1995’an derket holê ku di 28'ê Çileya 1995'an de hatiye kuştin. Di 26'ê Îlona 1996'an de Zozan Eren careke din agahî jê nehat girtin.