STENBOL - Di çalakiya TV 10 a bi KHK'ê hat girtin de Seroka Komeleya Derdorê ya Munzurê Hatun Esen, diyar kir ku ji roja TV 10 hat girtin heta niha malên me pir bêdeng in.
Di çalakiya TV 10 a bi KHK'ê di 28'ê Îlona 2016'an re hat girtin de dîsa ji bo piştgiriya TV10 di hefteya 23’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de "Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirini û siloganên “Çapemeniya Azad nayê bedengkirin" û “Dengê elewiyan nayê qutkirin" berz kirin. Di çalakiyê de xebatkarên TV10, nûnerên saziyên elewiyan û gelek kesên din piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyêde xebatkarê TV10 Îsmail Yıldırım, bal kişand ser salvegera kuştina 12'ê Îdarê ya Gazî û diyar kir ku elewî di vir de rasti êrîşek mezin hatine. Seroka Komeleya Derdorê ya Munzurê Hatun Esen, diyar kir ku ji roja TV 10 hat girtin heta niha malên me pir bêdeng in. Zarok û dayik êdî bi zimanê xwe nikarin li klaman guhdar bikin. Êdî her kes di malê xwe de wekî di hepsê de bin."
Çalakî bi stranan bi dawî bû.