Li Çinarê firtone rabû, minare rûxiya, dar ji kokê rabûn

AMED - Li Çinara Amedê, danê êvarî firtoneyeke dijwar rabû. Ji ber firtoneyê li hawirdorê ziyaneke mezin çêbû.

Li Taxa Yeniyê ya Çinara Amedê, danê êvarî firtoneyeke dijwar rabû. Ji ber firtoneyê minareya mizgeftekê rûxiya û her wiha gelek dar ji kokê rabûn.

Her wiha hin dîwarên avahiyan jî rûxiyan û çend welatî jî birîndar bûn. Li navçeyê ceryan qut bû û welatî li benda hatina rayedaran in.