Bi ser avahiya DBP’a Çewlîgê de hat girtin

ÇEWLÎG - Li ser îxbarekê polîsan bi ser avahiya DBP’a Çewlîgê de girt. Di serdegirtinê de Hevserokê DBP’a Bajêr Yavuz Kitay hat binçavkirin û her wiha pankart û posterên li avahiyê hatin desteserkirin.

Polîsan bi ser avahiya DBP’a Çewlîgê de girt. Polîsan li ser îxbarekê bi ser avahiyê de girtin, xwestin li avahiyê lêgerînê bikin. Ji ber destûra lêgerîna polîsan tune bû hatin astengkirin, lê piştî destûra ji dozgeriyê hat dayîn lêgerîn hat kirin. Piştî lêgerîneke dûrûdirêj, polîsan afîş, poster, pankart û hard dîskên kompîturên li avahiyê desteserkirin.

Piştî bidawîbûna lêgerînê, polîsan Hevserokê DBP’a Bajêr Yavuz Kitay jî binçav kirin û ew birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr.