EDÎRNE - Leşkerê 21 salî Huseyîn Agirtmiş ê li navçeya İpsala leşkerî dikir bi awayekî şik hat kuştin. Hat îdîakirin ku Agirtmiş întîhar kiriye.
Li Qereqola Ferre ya navçeya Îpsala ya Edîrneyê leşkerê 21 salî Huseyîn Agirtmiş bi awayekî kuştî hat dîtin. Agirtmiş ku kuştî hat dîtin cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Hat îdîakirin ku Agirtmiş bi çeka 14 xwir hatiye kuştin. Agirtmiş ku ji navçeya Sîweregê ya Rihayê bû, û hevalê wî yê leşkeriyê diyar kir ku tu sedema ku Huseyîn întîhar bike tune ye.
Agirtmiş berî ku biçe leşkeriyê li Antalya û Bodrumê wekî stranbêj li herêmê turîstîk dixebitî. Hat diyar kirin ku ji ber di hesabê medya de parvekirinên wî hebûn leşber ji wî bêzar bûn.