Ji 7 kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin agahî nayê wergirtin

MÊRDÎN - Li gundê Tizyan yê Artûkluyê ji 7 kesên 3 roj berê hatibûn binçavkirin agahî nayê wergirtin. Her wiha li Kerboranê jî di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Haşîm Gezer binçavkirin.

Li gundê Tizyan yê Artûkluya Mêrdînê ji 7 kesên di 8'ê Adarê serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin agahî nayê wergirtin. Malbatên kesên bi navê Servet Sayin, Mehmet Şukru Sayin, Mehmet Şîrîn Sayin, Deyap Sayin, Çekdar Sayin, Amed Sayin û Cemaledîn Tekin ên bi maşîneyên zirxî li gund hatibûn binçakvirin, li gel hemû hewldanên xwe yên heta niha jî tu agahî ji xizmên xwe wernegirtine.

Her wiha li Taxa Saray a Kerboranê jî serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û welatiyê bi navê Haşim Gezer binçav kirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malê de polîsan hin cihên mala Gezer jî kolane.

Gezer birin Miduriyeta Polîsan a Kerboranê.