Rojnameya qanûnî kirin neqanûnî!

EDENE - Li Edeneyê îdianameya der barê 18 HDP'iyên hatibûn binçavkirin de hat amadekirin. Di îdianameyê de parvekirinên çapemeniya civakî û beşdarbûna çalakiyên demokratîk wek sûc hatin hesibandin. Her wiha di îdianameyê de tişta balkêş jî ew e ku, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi ya bi awayekî qanûnî dertê wek rojnameyeke "derqanûnî" hatiye nîşandan.

Piştî êrîşa li dijî polîsan a li Beşîktaşa Stenbolê, îdianameya bi îdiayên sexte ya der barê hevserokên HDP'a Edeneyê û navçeyên wê û Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê Parêzer Tugay Bek hat amadekirin ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Ji 18 kesên ji ber heman dozê tên darizandin 4 jê girtî ne û 5 jê di "hepsa malê" de ne. Di îdianameyê de her 18 kes bi "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Her wiha di heman îdianameyê de civînên HDP'iyan ên rûtîn jî wek li ser "Talîmata PKK'ê" hatibin çêkirin hatine derpêşkirin.

PARVEKIRINA WÊNEYÊ EYLOYÊ WEK PROPAGANDA HATIYE NÎŞANDAN

Di îdianameyê de beyanên îxbarkarê bênav cih negirtin. Parvekirinên civaka medyayî û beşdarbûna çalakiyên demokratîk ên HDP'iyan wek sûc hatine hesibandin. Her wiha tê derpêşkirin ku çalakiyên demokratîk ên li bajêr hatine lidarxistin li ser "Talîmata rêxistinê" hatine lidarxistin. Ji ber Hevserokê HDP'a Yuregîrê Sabri Çelik di hesabên xwe yê medyaya civakî de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parvekiriye û ji ber wêneyê eyloyê (qertel) kiriye wêneyê ekrana telefona xwe, her du wêne wek sûc hatine hesibandin û Çelik bi "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin.

'XWENDINA METNA ÇAPEMENÎ Û KONGREYA HDP'Ê SÛC E'

Ji ber Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tural di hesabê xwe yê Facebookê de portalên nûçeyan ên aîdî wê parvekirine û di daxuyaniyan de metnên partiyê xwendine, di îdianameyê de ev wek sûc hatine hesibandin. Her wiha ji ber Tural wêneyê xwe yê de Kongreya HDP'a Bajêr de hatiye kişandin parve kiriye, ev parvekirin wek "Propagandaya rêxistinê" hatiye hesibandin.

Her wiha ji ber Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek wêneyê bi kesên kincên gelêrî li xwe kirine kişandiye û ji ber ji fîlmê Bakur kareyek di hesabê xwe de parvekiriye, ev wek "Propagandaya rêxistinê" hatine hesibandin. Dîsa di dema serdegitina mala Bek de, ji ber rojnameyeke Ozgurlukçu Demokrasiyê hebûye û hat îdiakirin ku der barê wê de biryara berhevkirinê heye hatiye dîtin, ev wek "Propagandaya rêxistinê" hatiye hesibandin û hat dîtin ku rojnameya bi awayekî qanûnî dertê wek rojnameyeke "derqanûnî" hatiye nîşandan.

Dê yekemîn rûniştina dozê di 2'yê Hezîranê de li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk bê.