Li girtîgehê ji leşker û polîsên birîndar 'ekîba lêdanê' hat avakirin!

MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê hat îdiakirin ku girtî li hucreyan tên ragirtin û derbkirin. Hediye Ozdemir a bi kurê xwe İdris Ozdemir re hevdîtin çêkir, got kurê wê ragihandiye ku li girtîgehê ji leşker û polîsên ku di şerê li bajarên kurdan de birîndar bûne "Ekîba Lêdanê" hatiye çêkirine.

Hikûmxwarê siyasî İdris Ozdemir ê li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê tê ragirtin, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand raya giştî. İdiris Ozdemir ê bi dayika xwe Hediye Ozdemir re hevdîtin çêkir, anî ziman ku girtî û hikumxwar bi hefteyan li hucreyan tên ragirtin û guh nadin daxwazên wan.

‘MIN KURÊ XWE NAS NEKIR'

Ozdemir, peyama kurê xwe bi dîhaberê re parve kir û got, kurê wê ragihandiye ku tim gefa mirinê li wan tê xwarin û rastî sepandinên kêfî yên gardiyanan tên. Ozdemir, anî ziman ku piştî kurê wê ji Çankiriyê sewqî Çorûmê kirine cara ewil e ku ew wî dibîne û wiha axivî: "Pêşî bi telefonê li m geriya. Got, ew sirgûnî Çorûmê hatiye kirin. Heta demeke dirêj me tu agahî jê negirtin. Cara ewil e li Çorûmê diçim hevdîtinê. Di hucreyê de bûn. Paşê me hev dît. Dema min ew il ew dît, min kurê xwe nas nekir. Zaf zihîf bûbû. Hatibû derbkirin. Di hucreyê de tahde lê hatibû kirin. Min kurê xwe nas nekir. Wek min dayikeke ku ji Aydinê hatibû, dema derî vebû qêriya. Wê jî kurê xwe nas nekir. Nêviyê zarokên me tune bû. Nêvî mane. Hemûyan li hucreyan radigirin. Got, ew nêzî 30 kesî ne. Lê hemû li hucreyan tên ragirtin. Bi her awayî diyar bû ku tahde li wan tê kirin."

JI LEŞKER Û POLÎSÊN DI ŞER DE BIRÎNDAR BÛNE TÎMEKE TAYBET HATIYE ÇÊKIRIN!

Ozdemir, got hat ragihandin ku li girtîgehê "Ekîba Lêdanê" hatiye çêkirin û dest nîşan kir ku, ev ekîb ji leşker û polîsên ku di şerê li bajarên kurdan birîndar bûne hatiye çêkirin û ev ekîb tenê bi zilm û şidetê bi ser girtiyan de diçin. Ozdemir, diyar kir ku ev ekîba behsa wê tê kirin tim girtî û hikumxwaran nerihet dikin û got, bi awayekî kêfî heqaretan dikin, bi ser hucreyên girtî û hikumxwaran de digirin û wan derb dikin.

‘AMADEKARIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN'

Ozdemir, diyar kir ku li girtîgehê girtî rastî her cure îşkenceyên derûnî û fizîkî tên û got, nahêlin xwe bişon, dema wan ji bo şûştinê dibin tenê 4 deqîqeyan muhletê didin wan û ava wan hatiye birîn. Ozdemir, da zanîn ku girtî amadekariyên grevê dikin û got, girtiyan ragihandiye ji bilî greva birçîbûnê tu riyeke wan a liberxwedayînê nemaye. Ozdemir, diyar kir ku kurê wê ragihandiye ku bi tu awayî destûrê nadin ku girtî hevdu bibînin û got, sepandina hucreyê tecrîda li ser tecrîdê ye. Her wiha Ozdemir dest nîşan kir ku, girtiyan ragihandiye ew banga hestiyariyê li raya giştî dikin.