STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên siyasî di roja 17'emîn de ye. Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Şule Recepoglu got, heke daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin dê girtî greva birçîbûnê berfirehtir bikin û bidomînin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyên siyasî li dijî çewisandin, êrîş û sepandinên nebaş ên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Greva girtiyan di roja 17'emîn de jî didome. Her wiha hat hînbûn ku, li gel vê jî her diçe çewisandinên li girtîgehê zêde dibin.
Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Şule Recepoglu ya çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin çêkir, diyar kir ku wan berê der barê Girtîgeha Edîrneyê de gelek rapor amadekirin û di van raporan de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê anîne ziman û got, di demên dawî de binpêkirinên mafan gihaştine asta îşkenceyê.
HEMÛ SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN
Recepoglu, diyar kir ku girtiyan li dijî van îşkenceyên kêfî gelek caran serî li îdareya girtîgehê, dadgeh û Wezareta Dadê daye, lê belê daxwazname û serlêdanên wan nehatine bersivandin. Recepoglu, anî ziman ku li ser vê ji saziyên eleqedar û saziyên civaka sivîl re name hatine şandin û got, lê belê ev nameyên wan jî hatine desteserkirin û di vî warî de ew jî nehtaine agahdarkirin.
Recepoglu, diyar kir ku demeke dirêj e girtiyan dengê xwe ranegihandiye derve û herî dawî serî li greva birçîbûnê dane û got girtî wiha gotine: "Heke em bi vî awayî bersiva van sepandinan nedin, dê hemû girtiyan ber bi yektîpbûyînê ve bibin û dê bi vê re sepandinên îşkenceyî yên li dijî rûmeta mirovahiyê têxin dewrê."
Recepoglu, diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku wan ji îdareya girtîgehê pirsiye ku van sepandinan li ser kê disepînin, îdareyê jî gotiye ew li ser girtiyên siyasî disepînin û vê di bin navê "ewlehiyê" de dikin.
'ÎŞKENCEYA ŞOPA TILIYAN'
Recepoglu, anî ziman ku di hevdîtinê de girtiyan bi awayekî hurguliyane îşkenceyên li wan tên kirin vegotine û wiha got: "Di demên dawî de sepandina şopa tiliyê anîne, lê bi tu awayî ji wan re nehatiye gotin ku ji bo çi şopa tiliyên wan digirin. Ya girtiyan ji me re got ev bû; hemû kesên tên girti şopa tiliyên wan jî tê girtin û wêneyên wan tê kişandin. Lê Dema ew dipirsin ji bo çi vê dikin, lê tu hincet nayê nîşandan. Girtiyan ji me re got, ev muamleyeke kêfî ye an jî behane ye. Lê dîsa jî me ev pirsî. Dema me got ev îşkence ye û ji bo çi wek amûreke îşkenceyê tê bikaranîn, gotin di hemû têketin û derketinan de divê şopa tiliyan bê girtin. Heta gotin, sepandina yektîp kincan jî têxin dewrê. Dema girtiyan dibin ji wan re nabêjin ku ew wan ji bo şopa tiliyan dibin. Dema kesên dixwazin biçin revîrê an jî nexweşxaneyê, ji wan re dibêjin 'mudur dixwaze te bibîne' û wan bi zorê dibin cihê stendina şopa tiliyan. Di dema birinê de îşkence li gelek girtiyan hatiye kirin. Di nav vana de girtiyên enxweş jî hene. Li gor nexweşîna wan îşkenceyê li wan dikin. Mesela, girtiyê nexweş Nusret Kaya fitqoyî ye. Kaya got, 15-20 kesî pêl newqa wî kiriye û bi erdê ve hatiye kişandin û hatiye derbkirin. Girtiyê nexwş Muhammed Sait Kulu jî nexweşê astimê ye. Hat diyarkirin ku dîaframa wî hatiye şidandin û bi vî awayî xwestine şopa tiliyên wî bistînin. Piştî vê dikin Kulu dikeve krîza astimê û demildest wî radikin nexweşxaneyê. Dîsa Necdet Ayna, li ser bedena wî şopên şewitandinê hene. Îdareya girtîgehê her çi qas dizane birînên şewatê li ser destên wî hene û ji ber van birînan divê şopa tiliyên wî neyê stendin jî, lê bi zorê şopa tiliyên wî hatiye stendin. Heta ji ber vê çermê ser tiliya wî rabûye û xwînî bûye. Ji bilî vana bi ser gelek odeyan tê girtin û kesan ji bo şopa tiliyê bi zorê dibin."
DERBKIRINA LI ODEYA BI SÎNGER
Recepoglu, anî ziman ku îdareya girtîgehê dest daniye ser gelek pirtûk, gotar û çîrokên ku girtiyan nivîsandine û got, li ser vê girtiyan serî li dadgehê daye lê serlêdana wan hatiye redkirin. Recepoglu, got girtiyan ragihandiye kincên wan andin wan, malzemeyên wan ên bingehîn nadin wan û eşyayên wan ên şexsî winda bûne û wiha domand: "Gotin, rastî çewisandin û êrîşên kêfî tên, êdî ev veguheriye îşkenceyeke derûnî. Berê ji aliyê leşker û gardiyanan ve bi ser qawîşên wan de dihat girtin, niha jî roja ku gardiyan dixwazin bi awayekî kêfî bi ser wan de digirin. Di van serdegirtinên kêfî de girtî tên derbkirin. em hîn bûn ku di demên dawî de girtiyekî birine odeya bi sînger û li wir hatiye derbkirin. Gotin bi tu awayî mudaxileyî vana nayên kirin."
Recepoglu, anî ziman ku girtiyan ragihandiye ku li gel vê bêyî hincet 3 girtiyên din jî birine odeya bi sînger û wiha got: "Piştî girtî li vir tên derbkirin, paşê jî lêpirsîn li wan tê vekirin. Wek hinceta jî tê gotin ku 'bi maseyan li ber deriyan barîkat çêkirine'. Girtiyan got, ev hincet ji bo planên pêşerojê re û dibe dest bi qetliaman jî bikin. Xwestin bi taybetî ev ji raya giştî re bê ragihandin. Ji xwe sedema destpêkirina greva wan jî ew e ku, dawî li van sepandinan bê û da di pêşerojê de qetliam çênebin."
'NEYÊ ÇARESERKIRIN DÊ GREV BIDOME'
Recepoglu, anî ziman ku li gel vana hemûyan jî girtiyan bi nameyan xwestiye dengê xwe ragihînin, lê belê nikarin ragihînin derve û wiha axivî: "Wek çareya dawî 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwazên girtiyan ev in; 'Divê îdare dev ji sepandinên xwe yên kêfî berde, dawî li tecrîda di bin navê ewlehiyê de bîne, divê bi awayekî baş mafê wan ê tedawiyê bi dest wan keve, mafê wan ê sohbeta li qada hevpar neyê binpêkirin, divê mafê wan ê guherandina odeyan û hwd. li wan bê vegerandin, dawî li lêpirsînên dîsîplînê yên neheq bê, dawî li muameleyên kirêt û îşkenceyê bên.' Girtiyan got, heke ev neyên çareserkirin dê koma duyemîn jî dest bi greva birçîbûnê bike." Recepoglu anî ziman ku, ji bo dawî li van sepandinan bê wan hin hevdîtin çêkirine û wiha axivî: "Me tevî çend heyetan bi mudurê girtîgehê re hevdîtin çêkir. Herî dawî me bi heyeta HDP'ê re hevdîtin çêkir. Tabî, beriya vê jî me tevî malbatên girtiyan hin serlêdan çêkirin. Lê belê, heta niha tu encam bi dest neketine."
'LI GIRTÎGEHA TEKIRDAGÊ JÎ HEMAN TIŞT HENE'
Her wiha Recepoglu anî ziman ku heman pirsgirêk li Girtîgeha Tekirdagê jî hene û wiha got: "Me li wir jî hevdîtin çêkirin. A rast prisgirêkên li wir ji zûvde hene. Demeke dirêje hevdîtinên parêzeran nayên kirin, mafên pêwendiyê hatiye desteserkirin. Di ehvdîtina dawîn de girtiyan ragihand ku raporên tenduristiyê û raporên Tiba Edlî negihaştine wan û ev jî dibe sedema teşhîsên xelet. Ragihandin ku, dema ew serî li nexweşxaneyê didin hîn jî muayeneya bi kelepçe li wan tê ferzkirin û bijîşk bi awayekî nebaş nêzî wan dibin."
Sadiye Eser - dîhaber