NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyonên binçavkirin û girtinê didomin. Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin û li Sêrtê 6, li Êlihê jî kesek hat girtin.
Li taxên 19 Mayis û Yuregîra Edeneyê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. di serdegirtinan de piştî lêgerîna malan 10 kesên ku di nava wan de zarok jî hene û tê îdîakirin ku tevlî bûyera 6'ê Mijdarê ya li taxa 19 Mayisê ku polîsekl hatibû kuştin, bûyîne hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.
Di operayona li Xezxêra Sêrtê de hefteya bihûrî polîsan bi ser malan de girtibûn û 6 kesên k udi nava wan de endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê Naîl Asma jî heye binçavkiribûn. Kesên ku karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin. 6 kesên ku ji aliyê dozver ve bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "alîkarî dane rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman îdîayan biryara girtina 6 kesan da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê.
Li Êlihê jî roja berê welatiyê bi navê H.K. hatibû binçavkirin û derxistibûn dadgehê. Dadgehê bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" biryara girtina H.K. da û ew şand Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.