AMED - Dayikên Aştiyê li dijî binçavkirina Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiranê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Ji ber Havva doza aştiyê kir, hat binçavkirin. Heke xwestina aştiyê sûc be, em jî heman sûcî dikin."
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran (71) a di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Amedê hat binçavkirin, ev 4 roj e di bin çavan de tê ragirtin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî binçavkirina Kiranê bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku divê demildest serbest bê berdan. Dayika Aştiyê Nevriye Kaçan (65), diyar kir ku tekane sûcê Kiranê ew e ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe. Kaçan xwest demildest hevala wan bê berdan û wiha axivî: "Dayika Havva li gel ewqas êş û azarên xwe, rojekê jî bi paş ve gav neavêt. Çimkî doza aştiyê dikir. Gelek nexweşînên wê hene. Dê dewlet bi binçavkirina jineke extiyar û nexweş çi bike? Heke xwestina aştiyê sûc be, hemû dayikên kurd vî sûcî dikin. Êdî bes e, bila mirov nemirin. Heke li welatekî dayikeke aştiyê ya 71 salî bê binçavkirin, ev şerma dewletê ye."
‘BI ŞEV Û BIROJ JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞIYA'
Ji dayikan Asiye Ekinci (57) jî dest nîşan kir ku Kiran temenê xwe di oxira aştiyê de borandiye û wih axivî: "Zarokên me kuştin, dixwazin me jî têxin girtîgehan û bikujin. Binçavkirina dayikeke ku tim doza aştiyê dike tê çi wateyê. Gelek nexweşînên dayika Havva hene. Em naxwazin bê girtin, divê demildest bê berdan."
‘ME ZAROKÊN XWE DAN, EM Ê DEV JI AŞTIYÊ BERNEDIN'
Ji dayikan Zekiye Yilmaz (55), anî ziman ku weke hemû dayikan Kiran jî ji bo aştiyê têdikoşiya û wiha got: "Dayika Havva bi salan ji bo leşker û gerîlla nemirin têdikoşiya. Ji bilî aştiyê tu armanceke wê tune bû. Bila Erdogan û dewleta wî ji xwe re baqil bin. Seddam jî gelek zilm kir. Lê dawiya zilmê tune ye. Dayik ji bo aştiyê têdikoşin. Çimkî me di vê oxirê de zarokên xwe winda kirin. Me bikujin jî, me binçav jî bikin em ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedin."
‘DAYIKA HAVVA RÊ LI ŞER GIRTIYE'
Dayika Leyla Atsan (60) jî wiha got: "Dayika Havva rê li be rşer girtiye. Naxwaze tu mirov jî bimirin. Ji ber ji têkoşîna dayika Havvayê ditirsin, ew binçav kirin. Dayikeke me ya nexweş e. Heke rojekê jî dermanên xwe nexwe, dikeve. Divê demildest bê berdan."