KILÎS - Tirkiyeya ku li Şehbayê destûra wê ya ji El Babê wirdetir nayê dayîn, ji aliyekî ve Ezazê ji xwe re dike binke û bi vî awayî demografiya herêmê diguherîne, ji aliyê din ve jî bi odeyên operasyonan ên ava kirine dixwaze li hêla Helebê jî bi awayekî aktîf tevbigere.
TSK'ya ku bi tevgera "Mertalê Firatê" li herêma Şehbayê bi qasî 35 kîlometreyan venêrîna xakekê dike, niha Ezazê jî wek navenda rêveberiyê bi kar tîne. Welatiyên sûriyeyî yên dema dixwazin biçin Ezazê, li noqteyên venêrînê pêşî destên wan tên demxekirin û paşê destûra têketina wan tê dayîn. Her wiha welatiyên ji Til Rifatê û herêmê din ku dixwazin li Ezazê bihêwirin, bi beramberiya 600 dolarî ji bo ewlehiya bajêr wek polîsan tên perwerdekirin. Tê diyarkirin ku ji Ezaz û Marê mirov tevlî van perwerdehiyên 20 roja didomin dibin û her wiha piştî bidawîbûna van perwerdehiyan, kesên tên perwerdekirin wan dişînin herêma Lînda ya li rojavayê Mêrsînê dikeve.
Li gel vê, hat diyarkirin ku TSK di navbera 4-6'ê Sibatê de tevî konvoyeke leşkerî ya mezin gelek wesayîtên zirxî û 800 leşker sewqî Ezazê kirine. Ezaziyan got, li ser biryara ku di 8'ê Sibatê de hatiye dayîn ji welatiyên bajaroka Til Rifatê bi navê "Polîsên azad" biryara avakirina lîwayekê hatiye dayîn û diyar kirin ku, dê ev polîs li El Raiyê bên bicihkirin.
LI EZAZÊ NAVENDA ÎSTIXBARATÊ
Her wiha ezaziyan dest nîşan kir ku, 800 kesên ser çavên wan bi maske tê gotin MÎT in, di 2'yê Sibatê de ji deriyê sînor ê El Selamê derbasî Ezazê bûne û gotin, vana li Nexweşxaneya El Weten, Xaçerêya El Kebîr û xeraca kevin hatine bicihkirin. Ezaziyan diyar kir ku, li cem wan kompîtur, malzemeyên teknîkî, arşîvên têkildarî herêmê û nexşe hebûne. Ezaziyan anî ziman ku, li Mekbezê bi navê Cephe El Şemiye navendeka îstixbaratê ya Tirkiyeyê heye û gotin, ev der wek navenda operasyonan tê bikaranîn û teqînên li bajêr jî li ber vê navendê pêk hatine.
Ezaziyan, anî ziman ku ji bo li Ezazê saziyên Tirkiyeyê bên bicihkirin, li Kilsî bi pêşengên komên muxalif re civînek hatiye çêkirin û gotin navê muxalifên beşdarî civînê bûne wiha ne: ""Nasêr El Sexnî, Xalid El Şêx Xidir (Berpirsiyarê Kampa El Selamê), Yaser El Serkan (Pêşengê Koma El Sefva û birayê El Xetap), Siyef Ebû Bekir (Berpirsiyarê Buroya Ewlehiyê ya Ezazê) û Murşîd El-Xalid (fermandarê Ehrar El Şamê yê berê)." Ezaziyan got, do civînê de biryara ku koma Sultan Mihemed El-Fatih Îyaz dubare li gundên bakur ên Heleb û Ezazê bi awayekî çalak tevbigere dayîn. her wiha diyar kirin ku fermandarê komên muxalif ê bakurê Helebê Ebdullah Uda anîne serê komê û biraya ku kom tevî Cebhet El Şemiyê tevbigere hatiye dayîn. Ezaziyan, dest nîşan kir ku di nav van koman de odeyeke operasyonê ya bi navê MOK hatiye avakirin û birayar ku dê wesayîtên leşkerî û muhîmatên derbasî Ezazê tên kirin bidin vê odeyê hatiye dayîn. Her wiha gotin, Tirkiye naxwaze ji dor Helebê veqete.
SUNIYÊN IRAQÎ LI ŞEHBAYÊ NE
Ezaziyan diyar kir ku, di demên dawî de MÎT'ê gelek malbatên sunî yên iraqî anîne bajaroka wan û gotin, ji ber vê li Ezazê buhayê malan zêde bûye û mebesta ji vê jî guherandina demografiya herêmê ye. Ezaziyan anî ziman ku, ev malbat ji aliyê Mihemed Seyda yê ji gundê Kefrzîtê yê navçeya Cindirisê ya Efrînê ye lê li Mêrsînê dijî tên belavkirin û gotin, ev kes li Taxa Hilûkê ya Helebê berê endamê koma Mihemed El-Fetîh bûye, 6 meha li Efrînê maye û bazirganî kiriye. Her wiha ezaziyan dest nîşan kir ku, di nav Ceyş El Suwarê de kesê bi navê Hisên Sefer bi TSK'ê re dixebite û gotin, ev kes jî di warê guherandina demografiyê de xwedî rolekê ye û dema xwestiye tevî koma xwe bireve hatiye tespîtkirin.
NAKOKÎ HENE
Ezaziyan diyar kir ku, li gel vana hemûyan jî di navbera komên ku ji wan re dibêjin komên muxalif û TSK'ê de nakokiyên mezin hene û van nakokiyan wiha rêz kirin:
"- Fermandarê koma Fe-İsteqêm Kema Ûmîrt Ehmed Efeş, ji ber tanga li gel xwe firotiya niha MÎT û Cephe El Şemiye lê digerin û li deriyê El Selamê navê wî di lîsteya kesên li wan tê gerîn de ye.
- Di navbeta rêveberiya Tirkiye û Ezazê de nakokiya DYA'yê heye. Serokê Rêveberiyê Cewad Ebo El-Xertab di warê alîkariyê de bi DYA'yê re hevdîtin çêkir. Ev hevdîtin jî MÎT'ê aciz kir û niha hema bêje xebat hatine rawestandin. Pêşengê Meclîsa Ezazê Mihemed Hac Îlî yê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi MÎT'ê re hevdîtin çêkir, rast, bertekan û şidetê hat.
- Ji komên ji van sepandinên TSK'ê aciz bûn koma Lîwa Hemze tevî konvoya xwe ya 15 wesayîtî tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. Hejmara van koman zêde ye û tê payîn ku dê di rojên pêş de refên xwe biguherînin.
Erdogan Altan-dîhaber