Akademîsyenên hatin îxrackirin: Ji bo azadî û mafên xwe em dibêjin 'Na'

KOCAELÎ - Akademîsyenên jin ên bi KHK'yê ji KOU'yê hatin îxrackirin anîn ziman ku ew ê ji bo azadî û mafên xwe bibêjin "Na".

Akademîsyennên jin ên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ji Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) hatin îaxrackirin, gotin ew ê li dijî van derhuqûqiyan di referandûmê de bibêjin "Na" û ew ê li hemû qadan bitêkoşin.

'BI HIKÛMETA AKP'Ê RE PIRSGIRÊKA JINÊ ZÊDE BÛ'

Ji akademîsyenên Dibistana Bilind a Tenduristiyê ya KOU'yê Ozlem Ozkan a ji ber belavoka "Em ê nebin hevparên vî sûcî" îmze kiribû û hat îxrackirin, diyar kir ku ji dîrokê heta niha jin her tim tê binpêkirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê jî mixabin bi îktîdara AKP'ê re jin tên binpêkirin. Mînak, jinên belavok îmzekirin rastî mobîngên deraqilî hatin." Ozkan, diyar kir ku ev tenê li akademiyan pêk nayê û balê kişand ser binçavkirin û girtina parlementerên HDP'ê yên jin û wiha got: "Jinên rêxistinbûyî yên dibêjin 'Na' rastî heman pêkanîn û şidetê tên. her wiha di dema AKP'ê de cinayetên jinan jî zaf zêde bûn." Ozkan, diyar kir ku di serdema hikûmeta AK Partiyê de pirsgirêka jinê her diçe zêdetir dibe.

Ozkan, bang li jinan kir ku divê li dijî van polîtîkayên li ser binêkirina jinan tên meşandin berxwedana xwe xurt bikin û wiha domand: "Heke em dixwazin jin ji feraseta nêrzatiyê bi temamî rizgar bibe, wisa difikirim 'Na' ji bo Qanûna Bingehîn zaf girîng e." Ozkan bang li hemû jinan kir da bi 'Na'yê têkoşîna xwe xurt bikin û wiha got: "Li Tirkiyeyê bi taybetî em ji bo 'Na'ya referandûmê ked û têkoşîan jinê dibînin. Em ê di 17'ê Nîsanê de li rojeke nû êavên xwe vebikin."

'JI BO AZADÎ Û MAFÊN ME 'NA''

Alîgira Doçent Dr. Derya Keskin a bi KHK'ê hat îxrackirin jî wiha got: "Ev roj rojên zehmet in, lê dê derbas bibin. Niha daketina me ya qadan asteng dikin, dema em dadikevin rastî zor û zehmetiyan tên, lê dê ev roj derbas bibin. Lê belê; bi ne bi rûniştina li malê, dê bi têkoşînê derbas bibin. em çikas bitêkoşin dê ewqas zû derbas bibe." Keskin, diyar kir ku divê jin li qadan bi awayekî xurt bitêkoşin û ji bo azadî û mafên xwe di referandûmê de bibêjin 'Na'."