NAVENDA NÛÇEYAN - Hozan Dilgeş ku demek dirêj e dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî daxuyaniyek weşand û ji malbata Ozan Dilgeş re sersaxî xwest.
Hozan Dilgeş, ê demek dirêj e li nexweşxaneyê dihat dermankirin ji yana xwe ji dest da. Dilgeş ku li gundê Fisqîn ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di sala 1952'an de ji malbateke Êzidî ya 12 zarokan ji dayik bû, di salên 1970'î de ket nava qada polîtîk. Ozan Dilgeş di sala 1978'an de albuma xwe ya destpêkê derxist. Ji hunermendên navdar ên gelê Kurd Hozan Dilgeş, demeke dirêj bû ku pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebû. Hozan Dilgeş ku bi gelek stranên xwe cihekî taybet di dilê gelê Kurd de girt, heta îro 9 albûm derxist. Stranên wî yên "Li Mêrdînê li Bagokê", "Muxtaro", "Biçûkê Canê" hê jî li ser zimanê Kurdan e. Albumên "Muxtaro", "Ez û Yar", "Gola Wanê", "Heval Mazlûm", "Pale", "Biçûkê Canê" çend ji albumên wî ne.
Hozan Dilgeş, ku bavê wî Pîrekî Êzidiyan bû, di emrekî biçûk de dest bi muzîkê kir. Bi vî rengî qala têkiliya malbata xwe ya bi muzîkê re dikir: "Bavê min Pîrê Êzidî bû û li tembûrê dida. Di baweriya Êzidiyatiyê de tembûr cihekî xwe yê pîroz heye. Li mala her Pîrekî Êzidiyan tembûr hebû. Ez jî di 12-13 saliya xwe de hînî lêdana tembûrê bûm. Hezkirina ji muzîkê, min ji bavê xwe girt."
ALBUMA DESTPÊKÊ Û DERKETINA DERVEYÎ WELAT
Hozan Dilgeş bi rêya malbata xwe dest bi muzîkê dike, lê di heman demê de hin hunermend jî hene ku bandorê lê diike. Destnîşan dikir ku Meryemxan, Nezîp Şîrwan û M. Arîf Cizrewî ji aliyê muzîkê ve gelekî bandorê li jiyana wî dikin. Têkildarî şert û mercên xwe yên hilberîna berhemên muzîkê wiha digot, "Derfet gelekî kêm bûn. Me ji radyoya Iraqê yan jî ji teybê guhdarî dikir. Min li Meryemxan, M. Arîf, Cizrewî, Nezîm Şîrwan, Mihemed Şêxo, Seîd Gabarî, Saîd Ûsiv guhdarî dikir. Min carna stranên wan digot. Lê belê timî dixwest bi xwe stranan çêbikim û bistirêm."
Hozan Dilgeş ku di nava rewş û tevgereke xurt a polîtîk de di sala 1978'an de albuma xwe ya destpêkê derxist, piştî vê albuomê derket derveyî welat û hunera xwe li Ewropayê dewam kir. Demeke dirêj bû, ku Hozan Dilgeş ji ber kanserê tedawî dibû. Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî bi peyamekê ji malbat, dost, heval û hemû hezkirinên Hozan Dilgeş re sersaxî xwest.