MINBIC- Bi hezaran koçberên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê ji bajaroka El-Xefsê, Dêr Hafir û El-Meskenê koçî gundên Minbicê kirin, li benda alîkariyê ne. Penaberan anîn ziman ku derfetên wan ên jiyanê pir kêm in û nikarin hemû pêdiviyên xwe yên jiyani temîn bikin.
Bi hezaran koçberên bajaroka El-Xefsê, herêma Dêr Hafir û El-Meskenê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞ`ê de, êrîşên Tirkiyê ya li ser herêmên Şahba û Helebê xwe spartin Minbic û gundewarên wê. Koçberên ku ji ber êrîşên DAÎŞ û leşkerên rejîma Sûriye û TSK'ê gund û warên xwe terk kirin û koç kirin, di nava şert û mercên zahmet de dijîn. Li gorî nûçeya ANHA ya bi îmzeya Kamîran Xaco welatiyên ji cih û warên xwe koç bûn rojên dijwar dijîn. Koçberê bi navê Malik Xidir ê ji gundê Humême yê girêdayî bajaroka Dêr Hafir li ser destê DAIŞ`ê gelek zilm dîtiye. Piştî ku ji paytexa Lubnanê Beyrûdê vedigere DAIŞ`ê bi hiceta ew ji welatê kafiran hatiye, nasnameya wî jê digrin. Xidir, diyar kir ku DAIŞ`ê li ser navê ola Islamiyetê tiştên xirab dike, mal û mulkên sivîlan wêran dikin.
JI KOÇBERAN BANI LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN
Koçberê bi navê Mustefa Îsa yê ji bajaroka Dêr Hafir ku ji ber kiryarên DAIŞ`ê reviyaye û berê xwe daye Minbicê destnîşan kir ku DAIŞ`ê bajaroka wan dorpêç kiriye, made buha bûne û birçîbûn li herêmê belav bûye. Îsa ji bo rewşa koçberên ku li kampê dimînin got ku rêxistinên alîkariyê destekê nadin wan û koçber zêdetirî xwe û bi taybet zarok li erdê radizin. Sîham Mihemed a ji gundê El-Kiyariyê spasiya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic kir.
Sîham zilma li ser destê DAIŞ`ê dîtî bi jiyaneke reş û tarî pênase kir. Kalemêrê bi navê Nedwe Cinêd serkeftin ji Hêzên Meclîsa Minbic û Leşkerî re xwest û got ku li jiyaneke bi ewle digeriye û ev yek li Minbicê dît.
Koçberan bang li rêxistinên mirovî û alîkariyê kir ku zû bi wan re bibin alîkar beriya ku nexweşiyên giran bi wan re çêbibin.