Wezareta Dadê kujer parast: Di destê me de agahî tune

ENQERE - Wezareta Dadê, bersiva têkildarî pirsnameya parlamenterê HDP'ê ya daxwaza lêkolîna kujerên nediyar da û kujer parast. Wezaretê di bersîvê de parast ku der barê mijarê de agahiya wan tune û belge di destê wan de tune ye. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, bertek nişanî bersîva wezarete da û diyar kir ku ev hewldana bincilkirin û parastina kujeran e.

Li Tirkiye bi hezaran mirov di bin çavan de hatin windakirin û hêj bi sedan welatî winda ne. Hêj bi hezaran dosyayên windayen kujer nediyar di refan de li benda lêkolîn û zelalkirinê ne. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy ji bo lêkolîn û zelalkirina kujerên nediyar û windayan pirsname dabû meclîsê da ku Wezareta Dadê bibersivîgne. Têkildarî pirsnameyê Wazereta Dadê bersiv da û got: "Di destê wan de agahî û delil tune."

HÊJ YÊN AQÛBETA WAN TARÎ HENE

Ozsoy, di pirsnameya xwe de diyar kiribû ku piştî salên 1980’an gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin û kesên wê demê hatin binçavkirin hêj agahî ji aqûbeta wan nayê stendin. Ozsoy, diyar kiribû ku hêj der barê aqûbeta gelek kesan de agahî tune. Ozsoy, diyar kiribû ku Dayikên Şemiyê di 17'ê Gulana 1995’an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dest bi çalakiyên şemiyê kirin û ji wê rojê heta niha her hefde li aqûbeta windayan dipirsin û wiha gotibû “Ji bo aştiya civaki û edalet pêk bê ronîkirina vê mijarê girîng e. Divê dewlet der barê waren xerakir û mirovên hatin binçavkirin û windakirin berpirsiyariya xwe pêk bîne."

WEZARET: AGAHÎ DI DESTÊ ME DE TUNE

Wezaretê bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bersîv da û diyar kir ku der barê pirsnameyêde di destê wan de agahî û belge tune ye . Balkêş e li gorî serledanên fermî ya li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); Di sala 1991’an de 4, di sala 1992’an de 8, di 1993’an de 36, di 1994’an de 229, di 1995’an de 121, di 1996’an de 68, di 1997’an de 45, di 1998’an de 9 kes hatin binçavkiri nû malbatan serî li ÎHD'ê dan.

Li gorî Komîsyona ku di salên 200'an de li Meclîse hat avakirin de jî di 1995'an de 908 kes ji aliyê kujer nediyar ve hatin kuştin û windakirin. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir li herêma polîsan di salên 1990 - 2000'an de hezar û 912 kes hatin kuştin û 608 kes ji wan ji aliyê kujer nediyaran ve pêk hatiye. Li gorî daneyên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye jî di navbera salên 1990-2000'an de 205 kes hatin windakirin.

NY: 2 HEZAR KES MIRIN Û TU LÊPIRSÎNEK NE HAT DESTPÊKIRIN

Windayên kiryar ne diyar û bêceza netenê binpêkirina mafê mirovan a bi salên 90’î re ma ye. Di Tîrmeha 2015’an de dema pevçûn zêde bûn gelek windahiyên kiryar ne diyar û windahî hatin jiyîn. Wiha bû k udi rapora bere çend rojan a Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkera kirî de derket holê. Li gorî rapora komîsyona di bin serokatiya Komîserê Mafê Mirovan a Bilin a NY’ê Zeid Raad El Huseyîn de; di dema operasyonên 18 mehan domkirin de “2 hezar kesên ku 800 peywirdarên ewlehiyê jî di nav de ne jiyana xwe ji dest dan û binpêkirinên mafên mirovan ên cidî” hatin jiyîn. Daneyek a din a di raporê de ew bû ku ligel evqas binpêkirinan jî hêjî polîtîkaya “bêcezakirinê” didome.

‘BERIV BERSÛC PARASTIN Û VEŞARTINA SÛCE’

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ku ligel wezîr got “agahî tune ne” û di dema herî zêde ya windayên kiryar hatin jiyîn de parastian mafê mirovan dikir derbarê mijarê de nêrînên xwe bi dîhaberê re parve kir. Baydemîr, vê bersivê wekî “divê bersivnedayîna wan wekî veşartina sûc û hewldana parastina bersûc bê nirxandin” nirxand.

‘DÎROKA TIRKIYEYÊ DÎRIKA KIRYAR NEDAIYARANE’

Baydemîr, diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê ya siyasî di heman demê de dîroka cînayetên kiryar ne diyare û wiha got: “Dewlet ji bo kiryaran veşêre, serdebigire vînek bi îstîkrar daniye holê. Guhertina hikûmeta di polîtîkayên bêcezakirinê de tu guhertinek çênekiriye. Mînakên vê jî di dama AK Partiyê de cînayetên Hrant Dînk û Tahîr Elçî y^ne ku hêjî ne hatine ronîkirinin.”

‘HIQÛ Û DAD DÊ ROJEKÊ JI WEZÎRÊ DADÊ RE JÎ PÊWÎST BIKE’

Baydemî wiha domand: “Hikûmeta AK Partiyê ji salên 90’î cûdatir vegeriyaye hikûmetek ku îşkenceyê diparêze. Wan dema îşkence hebû lê nedihat pejirandin. Îro îşkence heye û di asta herî jor de vê îşekenceyê diparêzin, dixwazin îşkenceyê rewa nîşan bidin. Dewlet vegeriyaye salîn 90’î û parastina vê dike. Lê dê rojekê hiqûq ji hemû kesê re pêwîst bike. Dad jî pêwîst bike. Dê dad û hiqûq rojekê ji wezîrê dadê re jî pêwîst bike.”