Sedema çima 'Na'? ji Dîlokiyan re ve gotin

DÎLOK - Pêkhateyên "Ji bo Demokrasiyê Yekitî" li Dîlokê panela "Çima Dibêjin Na" li dar xist. Beşdarê panelê Eren Erdem diyar kir ku di vê Qanuna Binghîn de hiquq, jin, karker, demokrasi tune.

Rêxistinên CHP û EMEP’ê yên Dîlokê di bin baneya koordinasyona "Ji bo Demokrasiyê Yekîtî" li Salona Safîr panela “Ne ji bo zilamekî, ji bo me hemuyan, Çima Na?” li dar xist. Parlementerê CHP’ê yê Stembolê Eren Erdem û Endamê Lijneya Meclîsa EMEP’ê Mehmet Tuzel beşdarî penelê bûn. Parlementêrê CHP’ê yê Dîlokê Mehmet Gokdag, endam û rêveberên EMEP, HDP, DBP, CHP, KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û gelek kesên din tevlî panelê bûn. Di panelê de druşmên “Li hember faşîzmê mil bidin mil” û “Emê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Parlamenter Erdem anî ziman ku ji bo dengê "Na" qut bikin hemû TV û saziyên çapemeniyê girtin û wiha bang li îktîdarê kir: “Ez bang li wan newêrekan dikim carekê bi zindî li ser TV’yan bi kesên dibêjin "Na" re nîqaş bikin. Eger hûn ji vê ditirsin dernekevin kolanan jî.”

‘TU ÇIMA DIBÊJÎ ERÊ?’

Parlementerê CHP’ê Eren Erdem bi dîmenek nîşan da ku çima dibêjin "Na" Erdem ji nava gel ciwanek û sê kom xwest û hersê kum dan serê ciwan û got benê pêlava xwe girê bide. Dema ciwan benê pêlava xwe girêda kumên serê wan ketin. Li ser vê Erdem diyar kir ku eger serokomar sê kuman bide serê xwe nikare benê pêlava xwe girê bide û dê sistem biruxe. Erdem anî ziman ku serokwezîr Bînalî Yildirim jî naxwaze serokatî serbikeve û wiha pêde çû: “Ji ber ku nizanin çima dibêjin "Erê" derdikevin ser TV yan û dibêjin ji ber terorîst dibêjin na ew dibêjin erê. Dest ji kesên dibêjin "Na" berde, tu çima dibêjî "erê"?. Em jî dibêjin ji ber di vê qanûnêde jin, hiquq, demokrasi tune em dibêjin "Na"

EMÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE BERSÎV BIDIN

Rêveberê EMEP’ê Mehmet Tuzel jî axivî û wiha got: “Emê di 16’ê nîsanê de bersivai polîtîkayên ku welatê me anî vê rewşê bidin.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.