Malên saxlem dikin qurbana projeya Walî

ŞIRNEX - Li Şirnexê zêdetîrî ji sedî 70 xaniyan zerarek mezin dît. Walîya Şirnexê der barê malên saxlem de jî biryara hilweşandinê da. Malbata Barkin a xaniyê wan saxlem, bertek nîşanê biryarê da û got: "Dema yekîneyên hilweşandinê hatin ber deriyên me, diyar kirin ku li gorî projeya walîtiyê ev xanî ji dê werin hilweşandin.

Li Şirnexê 8 mehan qedexeya derketina kolanan berdewam kir. Piştî qedexeyê polîs û leşkeran ji sedî 70 xaniyên bajar ên zerar dîtibûn xera kirin. Xerakirin û hilweşandina malan didome. Li taxên Yeşîlyûrt, Bahçelîevler, Gazîpaşa û Dîcleyê avahiyên ku derbarê wan de raporên "saxlemin" ji aliyê komên girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajêr ve hatibû dayîn jî tên hilweşandin. Di çarçoveya biryara Walitiya Şirnexê de hat zanîn ku dê nêzîkê 300 avahiyên derbarê wan de biryara raporên "saxlemin" heye jî dê werin hilweşandin. Hat ragihandin ku komên hilweşandin û polîs 15 roj ewilî çûne ber deriyên wan malan û ji bo valakirina xaniyan 45 roj dem dane malbatan. Ji ber kêmbûna malan û di ser de biryarek wiha tê texmînkirin ku bi hezaran kes careke din ji bajêr koçber bibin.

AVAHIYÊN SAXLEM PROJEYA WALÎTIYÊ ASTENG DIKE!

Yek ji vana malbatan jî malbata Barkin e û derbarê mala wan de beriya niha biryara hilweşandinê tune bû. Malbata Barkin a piştî qedexe rabû careke din di mala xwe ya li taxa Baxçelîevlerê de bi cih bû bertek nîşanî rewşê da. Xwediya malê Zelîha Barkin da zanîn ku wan ji ber biryara hilweşandinê li ser mala wan tune bû 2 hezar TL mesref ji bo çêkirina mala xwe kirine. Barkin destnîşan kir ku beriya 15 rojan komên hilweşandinê ji bo valakirina malê 45 roj destûr dane wan û “Li gor projeya walîtiyê ev xanî ji dê werin hilweşandin” wek hincet nîşan dane.

NE DIHÊLIN KON VEDIN NE JÎ MALA XWE DE RÛNÊN

Barkin diyar kir ku ji bilî biryara devkî bi awayek fermî ragihandinek ji wan re çênebûye û ev agahî dan: “Ne tenê ji bo xaniyê me ev agahî dan. Piştî mala me çûn cem malbatên malên wan zêde zirar nedîtibûn jî. Heman biryarê ji wan re jî ragihandine.” Barkin anî ziman ku dema qedexeyê wan axa xwe neterikandiye, niha jî dê neçin ciheke din û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema qedexe hebû em çend meh navçeya Silopiyê manû piştre careke din hatin vir. Di bajêr de xaniyên ku em kirê bikin tune ne. Destûr nadin em ji xwe re kon jî vedin. Heya mehek din em ê li vir bin û piştre dê çi biqewime em jî nizanin."