MÊRDÎN - Mecbure Demîr a di sala 1996'an de hevserê wê di zindana Amedê de hat kuştin, di qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de xaniyê wê hat wêrankirin. Malbata Demîr, xaniyê ku zerar dîtiye ji nûve ava dike û dixwaze êdî ev êş û jan bi dawî bibin.
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di dorpêç û êrîşên leşker û polîsan ên bi tang û topan de gelek xanî hatin rûxandin. Li taxa Firatê jî gelek xanî hatin rûxandin û gelek xanî jî zirarek mezin dît. Malbat li dora tax û xaniyên ku bi têlan hatiye pêçan nobetê digirin û destûr nadin ku rayedarên dewletê xaniyê wan ê mayî xera bike. Malbat têlan radikin û dîsa dest bi avakirina xaniyên xwe dikin. Malbatên ku rayedarên dewletê mal û milkên wan ên elektronîk, pere û alavên wan ên bi qîmet tev birine, dîsa vedigerin xaniyên xwe û dest bi avakirinê dikin. Yek ji malbata ku bi mehan li pişt têlên tax dorpêç kiriye di ber xwe dan û nobet girtin malbata Demîr e. Ji malbata Demîr Mecbure Demîr ku hevserê wê di sala 1996'an de li zindana Amedê hat kuştin, di dorpêç û qedexeya Nisebînê ya 14'ê Adarê de dest pê kir de xaniyê wê yê li taxa Firatê hat xirakirin. Demîr, anî ziman ku dema ji ber êrîşên leşker û polîsan ji mala xwe derketin hemû alav û amûrên wan di hundirê malê de bû û wiha got: "Hemû alavê min û keça min di nava malê de bû. Min çante û nasnameya xwe girt û ez derketim. Mi derziyek jî ji malê dernexist û her tişt di malê de ma. Piştî ez derketim ez çûm Stenbolê û piştî qedexe bi dawi bû ez vegeriyam. Dema em hatin taxa me û malên me bi têlan hatibû pêçan. Me li vir zor û zahmetiyên mezin dît. "
Demîr, anî ziman ku hevserê wê Kadir Demir di sala 1996'an de di zindana Amedê de hat kuştin û wiha got: "Hevserê min di zindana Amedê de birîndar bû. Lê dema birin Dîlokê bi îşkenceyê kuştin. Dema me li cenazeyê wî nerî şopa 33 derban lê hebû. Wê demê destûr nedan em cenazeyê wî bigirin. Me li Mizgefta Elîka şuşt û defin kir. Em dixwazin li gel van hemû êş û janan, êş bi dawî bibe û aramî dest pê bike. Em naxwazin êş û janên nû bibînin. Bila êdî dawî li xerakirin û hilweşandina malên me bînin. Bila dest ji xerakirinê berdin û em dîsa vegerin malên xwe. Ev bîranîna hevserê min e. Ez dixwazim li vir bijîm. Li gel ku raşedarên Wezareta Derdor û Bajarvaniyê diyar kirin ku biryara xerakirinê rawestandine jî dîsa xare dikin. Ligel her tiştî min dîsa dest bi avakirina xaniyê xwe kiriye û ez dê ava bikim. Heta niha min 3-4 hezar TL li xaniyê xwe kir. Ji bo tevahiya tamîrkirinê 20 hezar tl lazim e. Ez li gel 7 kesên xwe di vî xanî de dijîm. Tu tiştê min tune. lê dîsa ez dê xaniyê xwe ava bikim û me dê li vir bijîn."