AGIRÎ – Qeyûmê tayînî şaredariya Bazîde hat kirin, hemû saziyên bi navê jinê girt. Qeyûmê Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu, Navenda Piştevaniya Jinê ya Sema Yuce, cilşoxane û krêjên zarokan girt.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bazîdê hat kirin, hemû saziyên bi navê jinê girt. Qeyûmê Bazîdê saziya Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu ku di sala 2010'an de hat vekirin û Navenda Piştevaniya Jinê ya Sema Yuce ku di sala 20137an de hat vekirin girt. Li gel van navendan cilşoxane û qirêşên zarokan jî girt û kilît li deriyê wan xist. Hevseroka HDP'ê yê Agiriyê Prz. Olcay Ozturk, anî ziman ku dewleta bi feraseta mêr tev digere li dijî saziyên jinan û vîna jinê şer îlan kiriye û hebûna jinê qebûl nake. Ozturk, anî ziman ku li dijî feraseta ku destûr dide jin li her qadê xwe bi rêxistin bike saziyên jinan digirin û rê li pêş hebûna jinê digire. Ozturk, anî ziman ku qeyûm berî her tiştî êrîşî destkeftiyên jinan dike û ev jî nîşan dide ku ji vîn û hemûna jinê ditirse û hebûna jinê van bêzar dikin. Nexweşxaneya Jinê ya Ayşenur Zarakolu ji aliyê qeyûmê ve hat girtin. Mala Cilşoyê û Kreşa zarokan hat girtin. Navenda piştevaniya Jinê ya Sema Yuce ji aliyê Qeyûmê ve hat girtin. Em van êrîşên dijdemokratîk ên li dijî destkefiyên jinan dişopînin. Rêveberiyên herêmî ku hewl didin di qada herêmî de hişmendiya jinê pêş bixin. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, Qeyûman ewil berê xwe dan saziyên jinan û saziyên jinan kirin hedefa xwe. Li Amed, Wan, Mêrdîn û Agiriyê me ev yek dît. Gel li gorî zagona Hilbijartinê ya Partiyên Siyasî ku di Qanûna Bingehîn de hatiye parastin diçin ser sindoqê û vîna xwe hildibijêrin. Lê qeyûmê tayîn dikin û hemû destkeftiyên gel û vîna gel desteser dikin. Bi îlana OHAL’ê re li dijî vîna gel darbeyê pêk tînin.
EV ERÎŞA LI DIJÎ DESTKEFTİYÊN JINAN ÊN 20 SALAN IN
Ozturk, anî ziman ku Şaredariya Bazîdê xwedî tecrûbeyên jinê yên 20 kalan in û ev êrîş li dijî tecrûbe û destkeftiyên jinê yên 20 salan pêk hatiye. Ozturk, anî ziman ku ji roja gel şaredariyên xwe bi dest xistine heta niha Şaredar û Hevşaredarên Bazîrê jin e û li vir hişmendî û feraseta jinê pêş ketiye û wiha berdewam kir: "Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Qeyûmê berê xwe da destkeftiyên jinan ên 20 salan. Îktîdarê bi awayekî dijhiqûqî êrîşî pergala hevserokatî û hevşaredariyê kir. Hevşaredara Giyadînê Hazal Aras bi awayekî dijhiqûq û dijzagonî hat binçavkirin û hat girtin. Ev di heman demê de êrîşa li dijî vîn û nasnameya jinê û nasnameya gelêkur e. Dîsa Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay bi heman rengî bi awayekî komplovarî hat binçavkirin û hat girtin. Li şûna wê qeyûm hat tayînkirin. Pergal destûr nade vîna jinê bêje "Ez jî heme." Li dijî jinê dijminantiya civakî dimeşîne. Jin hêza herî mezin ku karibin xwe bi rêxistin bikin û azadiyê bi dest bixin in. Li gorî îktîdarê divê jin li malê rûnên û zarokan çêkin. Lê em jî dibêjin jin vîna gel in û divê jin li her qadê wekhev in. Ji ber ku jin li her derê hebe û bêyî jinê nabe. Jiyana bêyî jinê nabe. "
Ozturk herî dawî anî ziman ku jin dêli dijî serdestiya mêr, li dijî îktîdarê û li dijî pêkanînên dijdemokratîk û zordest bêje "Na" û di referandumê de li dijî pergala dewleta mêr û baviksalariyê li dijî tundî û dîktatoriyê bêjin "Na" "û vîna xwe aşkere bikin. Ozurk anî ziman ku ew dê li her derê "Na" û Xêrê" bi rêxistin bikin û bêjin Na.