STENBOL - Komisyona Şopandina Girtîgehan a Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zinanan re, rapora girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtîgehan a Herêma Marmarayê ya Çile-Sibata 2017'an û sala 2016'an amade kir.
Komisyona Şopandina Girtîgehan a Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zinanan re, rapora girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtîgehan a Herêma Marmara ya 2016'an û Çile-Sibata 2017'an amade kir.
Di raporê de zêdetir cih dan çavdêrî û lêkolînên li girtîgehên Edirne, Gebze, Kandira F1, F2, Îstanbul, Tekîrdag, Bakirkoy, Maltepe, Silivri Hêjmar 5 û 9'an. Komîsyonê bal kişand ser pêvajoya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê û destnîşan kir ku bi taybet piştî vê pêvajoyê binpêkirina mafên girtiyan derketiye asta herî jor. Di raporê de hat diyarkirin ku mafê hevdîtina bi parêzeran re, mafê axaftina telefonê û mafê ragihandin û nameyan hatiye astengkirin. Komîsyonê destnîşan kir ku bi hinceta KHK’yan zextên li ser girtiyan zêde bûye û bi awayekî keyfî mafên girtiyan binpê kirine. Komîsyona înîsiyatifê destnîşan kir ku wekî hemû girtîgehên li Tirkiye bi herêma Marmarayê jî piştî OHAL'ê bi awayekî keyfî sirgûn zêde bûne û girtî rastî tundî û îşkenceyê hatine. Komîsyonê anî ziman ku girtî bi zorê hatine tazîkirin û girtiyên ev yek qebûl nekirine rastî lêdan û ledanê hatine.
GIRTIYÊN SIYASÎ Û EDLÎ XISTIN BEŞEKÊ
Komîsyonê destnîşan kir ku piştî OHAL'ê li hemû girtîgehan hevdîtinên parêzeran en bi girtiyan re xistin bin qeydên kamerayan û li Girtîgeha Hêjmar 5 a Silivriyê girtî Yilmaz Kahraman rastî îşkenceyê hatiye. Komîsyonê, da zanîn ku Kahraman û girtiyekî edlî xistine heman kabîneyê û wiha cih da raporê: "Girtiyê edlî xwestiye Kahramanê destê wî bi kelepçe bifetisîne. Leşkerên peywirdar demekê ev yek şopandine û mudaxale nekirine. Li girtîgeha Sîlîvrî ya Hêjmar 9 jî girtî Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û rastî gefa "Hûn jî dê wekî Musa Anter geber bibin" hatine. Z.Ç. ku niha li Girtigeha Jinan a Bakirkoyê dimîne dema di bin çavan de rastî lêdana polîsan hatiye û gefa "Bi axive. Ger ku tu neaxive bi hezaran tîmên me hene em dê wan berdin û dê tecawizi te bikin" û gef li wê hatiye xwarin."
GIRTIYAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIYE
Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Edîrneyê di bin navê "Em dê we bibin revîrê" de bi zorê şopa tiliyên girtiyan hatiye girtin girtiyên ev yek qebûl nekirine jî rastî îşkenceyê hatine. Li girtîgeha Duzce girtiyên nexweş nayên dermankirin û wan naşînin nexweşxaneyê. Li girtîgeha Tîpa F a Boluyê jî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî hêj dernexistine cem bijîşk.
Komisyona Şopandina Girtîgehan a Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zinanan re, li gorî hevdinên bi girtiyan, xizmên girtiyan, parezerên girtiyan re û dîsa name û çavdêriyên heyetê rapor amade kir. Li gorî raporê li Girtîgeha Hêjmar 9 a Silivri, Girtîgeha Hêjmar F1 a Kandira, Girtîgeha Hêjmar 1 û 2 ên tîpa F yên Tekîrdag, Girtîgeha Jinan a Gebze, Girtîgeha Jinan a Edîrneyê û Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan wiha ne:
1- Mafên girtiyan ên civakî û sporê yên hefteyê 10 saetan daxistine 2.5 saetan. Tevî vê yekê gelek caran bi hinceta rastî cezayê dîsiplînê hatine wan dernaxin sporê.
2- Mafê sohbetê hatiye rakirin. Ji mafê hobî, pirtûkxaenyê bêpar hatine hiştin.
3- Mafê sohbetê ku li dervê cezayê disîplînê ye bi tevahî hatiye betalkirin.
4- Li hewşê, serşok û banyo tuwalet hatiye bicih kirin. 24 saetan ji aliyê kamerayan ve tên şopandin. Daxwaza ziyaret û şopandina heyeta serbixwe hatiye redkirin.
5- Alav û amûrên paqijkirinê hatine bisînorkirin. Darê çekpaza paqijiyê bi 7,5 santimetre hatiye bisînorkirin.
6- Ji ber ku girtî hatine sirgûnkirin û bi hezar kîlometre li girtîgehên dûr hatine bicihkirin hem ew û hem jî malbatên wan tên cezakirin û mexdûrkirin.
7- Daxwazên girtiyan ên hunerê wan hene li ber çavan nayê girtin. Daxwazên wan ên alav û amûrên hunerê nehatine teminkirin.
8- Mafê girtiyan ên nameyan ji destê wan hatiye girtin. Nameyên dişînin winda dibin. Name tên desteserkirin.
9 - Berî 15'ê Tîrmehê mafê hevdîtina bi parêzeran re hefteyê 3 saet bûn, piştî 15'ê Tîrmehê daxistin 5 deqîqeyan.
10-Di bin navê tedbîrên ewlehiyê de rastî lêgerînên dijwar û nexweş tên. Girtî di ketin û derketina girtîgehê de 2 caran di lêgerînê re derbas dibin. Ji girtiyan tê xwestin ku di lêgerîna tazi re derbas bibin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî neheqî, tundî û lêdanê tên.
11- Malbatên girtiyên tên hevdîtina girtî û vekirî di lêgerîna taybet re derbas dibin. Di bin navê lêgerînê de malbat rastî gef û tacîzê tên. Neheqî li malbatan tê kirin. Wan bi saetan didin rawestandin.
12- Rêveberiya girtîgehê dest datîne ser nameyan. Daxwaznameyên wan tên astengkirin. Daxwazên wan nayên berisandin.
13- Serlêdanên girtiyan ên dozgeriyê bê bersîv tên hiştin.
14- Gelek girtî ji ber ku temek dirêjin girtî ne nexweşiyê piştê û stu bi wan re çêbûye. Girtî nayên dermankirin û daxwazên wan ên doşekê nayên berivandin. Mal û amûrên bê qalîte didin girtiyan û bi bunoyê zêde difiroşin girtiyan.
15- Girtiyên nû tên sewqkirin di bin navê lêgerînê de tên tazîkirin û yên vê yekê qebûl nakin jî rastî lêdan, tundî û îşkenceyê tên.
16 - Girtiyên nû tên sewqkirin di bin navê ewlehiyê de bi mehan di yek hucreyê de tên girtin û rastî tecrîdê tên.
17- Pirtûk, kovar û rojnameyên ku biryara wan a komkirinê tune jî tên desteserkirin û nadin girtiyan. Qanalên Tv tên bi sînorkirin.
18- Pirtûkan bi sînor didin girtiyan. Mafê girtî yê 10 pirtûkan û lêkolînê hatiye bi sînorkirin.
19- Mafê hewşê hatiye bisînorkirin. Piştî saet 8'ê sibê destûr didin û hêj roj li derve ye hewş tê girtin.
20- Girtiyên li dijî van pêkanînan daxwazên xwe bi awayekî demokratîk tînin ziman rastî cezayê dîsiplinê tên.
21- Mafê girtiyan ê ziyareta 3 kesan hatiye bisînorkirin.
22- Girtiyên ku name ji saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî re şandine rastî cezayê dîsîplînê hatine.
23- Hêjmara girtiyan duqat zêde kirine. Ji ber cih tune girtî li erdê radizên.
24- Destûr nadin ku ji bilî 3 kesan zêdetir wêne bi hevre bikişînin.
25- Mafê parastinê tê astengkirin û bi rêyae SEGBİS'ê beşdarî rûniştinên dozan dibin.
26- xwarina bê qalîte û kevn didin girtiyan.
27 Girtiyên nexweş ji bo tedawiye naşînin revîr û nexweşaneyê. An jî wan bi kelepçeyê derdixin revîrê.
28- Girtiyên ku cezayên wan kêmî salekê mane wan naşînin girtîgehên navçeyan.
29 - Lerina li ser bedena jinan digêje asta tacizê û tundiya derûnî li ser wan tê meşandin.
30 - Di 3 mehen dawî de tenê li Gigeheke 140 name û kart hatine desteserkirin.
31- Girtî rastî tundî û işkenceya personelan a keyfî tên.
32 Hundirê odeyên girtîgeh nayê germkirin û ava vexwarine qirêj e û zerarê dide tenduristiya girtiyan.
33 Gelek alav û amûrên girtiyan ên taybet tên desteserkirin. Mamzemeyên girtiyên nexweş ên tibbi tê desteserkirin.
34- Sewqa girtiyên nexweş a nexweşxaneyê û roja wan a rûniştina dozê tînin heman rojê.
35 Girtî Mehmet Umît, Sabir Alabalık, Ferhat Yildirim, Ahmet Ozkan Şehmus Kalir dema hatin sirgûnkirin hatin tazîkirin û rastî lêdan û îşkenceyê hatin.
36 Girtiyên rastî cezayê muebetê hatine tenê mafê saetek hewşê didin wan.
37 Paraznameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a DMME'ê ku destûr hatiye dayîn nadin girtiyan.