Li kampa êzîdiyan çalakiya 25'ê Mijdarê

AMED - Hevgirên TJA'yê li kampa êzîdiyan bi jinan re hatin gel hev û der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî de axivîn.

Hevgirên Tevgera Jina Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî de, li Amedê li kampa êzîdiyan bi jinan re hatin gel hev. Piştî sohbeta bi jinan û axaftinên têkildarî girîngiya rojê, sînevîzyona ku têkoşîna jinê vedibêje hat pêşandan. Di dawiya bernabeyê de muzîk hat guhdarîkirin.