Turîst Tirkiye terk dikin

STENBOL - Tûrîstên li Stenbolê piştî qrîza di navbera Hollanda û Tirkiye de dest bi vegerê kirin û Tirkiye terk dikin.

Li Tirkiye piştî di navbera hikûmeta Tirkiye û Holanda de krîz derket û rageşî pêş ket, bandora xwe li ser aborî û tûrîstan jî kir. Piştî krîza di navbera Holanda û Tirkiye de, turîstên Holanda yên hatibûn Tirkiye, Tirkiye terk dikin. Tûrîstên Stenbolê dest bi vegerê kirin û hatin Balafirgeha Sabiha Gokçen û ketin rêya vegerê. Dema di navbera Tirkiye û Rûsya de jî krîz derketibû bi sed hezaran turîstên Rûs nehatibûn Tirkiye û krîza turizmê dest pê kiribû.
Tê gotin ku Tirkiye hesabê turîstan baş li ber çavan nagire.