AMED - Polîsan li Amedê bi ser nexweşxaneyê de girt û xwest Mehmet Emin Aslan ê ji ber krîza dil li beşa lezgîn te dermankirin binçav bikin. Ji ber berteka bijişkan, polîsan dest ji binçavkirinê berdan û li ber deriyê nexweşxaneyê nobetê digirin.
Li Amedê Mehmet Emin Aslan ê 67 salî, şevê din krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyek taybet. Piştî Aslan rakirin nexweşxaneyê, polîsan serê sibê saet di 05.00'an de bi ser nexweşxaneyê de girt û xwest Aslan binçav bikin. Doktoran bertek nîşanî polîsan dan û diyar kirin ku ji ber hişê wî ne li serê wî ye û bê binçavkirin dê rîsta mirinê zêde bibe polîsan dest ji binçavkirinê berdan. Polîsên ku nekaribûn Aslan binçav bikin ji bo binçavkirinê li ber deriyê nexweşxaneyê nobetê digirin.
Polîs destûr nadin ku malbata Aslan biçin hevdîtina Aslan.