Rojnameya Blick: Li dijî dîktatoriya Erdogan dengê ‘Na' bavêjin

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Blick a Swîsrayî di manşeta îro de bi zimanê Tirkî û bi Almanî bangî hemwelatiyên tirk ên li Swîsrayê dijîn kir û sernavê "Li dijî dîktatoriya Erdogan dengê "Na" bavêjin" çap kir.

Rageşî û niqaşên di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de berdewam dike. Rojnameya Blick a Swîsrayî bangî hemwelatiyên tirk kir ku di referandumê de dengê ‘na' bi kar bînin. Rojnameya Blick a swîsrayî di manşetê de hem bi zimanê Tirkî û hem jî bi Almanî bangî hemwelatiyên tirk ên li Swîsrayê dijîn kir û xwest dengê "Na" bikar bînin. Rojnameya Blickê ku rojê 150 hezar tê firotin û tevî onlînê ji aliyê milyonek û 500 hezar mirovan ve tê xwendin bi manşeta bi zimanê tirkî a "Ji bo dîktatoriya Erdogan dengê ‘na' bi kar bînin." hat çapkirin. Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de got: "Tirkên birêz ên li Swîsrayê dijîn; Hûnê di 16'ê Nîsanê de ji bo zêdekirina erkên dîktatorî yên Serokomar Recep Tayyip Erdogan herin ser sindoqan. Bi 3 milyon hemwelatiyên ku li derveyê welat dijîn û di vê reformê de hûn jî biryar didin. Em nirxên xwe li ser tu kesî ferz nakin. Lê ji însanên ku li Swîsrayê bijîn gotineke me ji wan re heye. Herkesê li vir dijîn divê rêz û hûrmetê nîşanî nirxên me bidin. Divê herkes ji bo aştî, wekhevî û azadiyan bixebite. Ji bo vê Blick bangî hemû hemwelatiyên tirk ku li Swîsrayê dijîn, wan dawet dike ku di referandumê de dengê ‘na' bi kar bînin."