Nivîskarên Rojhilatî li Mêrdînê li benda dadgehê ne

MÊRDÎN - Nivîskarên Rojhilatî Secad Cehadfer û Hesen Belde ku di roja 1’ê Çileya 2017’an de li Mêrdînê hatin girtin, hêj derneketine pêşberî dadgehê.

Du nivîskarên Rojhilatê Kurdistanê Secad Cehadfer û Hesen Belde yên roja 1’ê Çileya 2017’an li bajarê Mêrdînê hatin binçavkirin û hatin girtin, bi îdîaya "Piştgirî dane PKK’ê" hatin girtin û şandin girtîgehê. 2 nivîskarên ku zêdeyî 70 rojin girtîne, hêj îdîanameya der barê wan de nehatiye amadekirin û hêj dernexistine pêşberî dadgehê. Serokê berê yê Navenda PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer têkildarî mijarê agahî da ROJnewsê got: “Herdu nivîskar nêzî meh û nîve hatine girtin. Beriya wê jî 23 rojan mabûn di bin çavan de. Mixabin bi senaryoyekê hatine girtin. Ew îdiayên wan ku dibêjin piştgiriyê didin PKK’ê rast nîne. Pişta xwe dane parvekirinên facebooka wan. Em li benda roja dadgehkirina wanin. PEN’a navnetewî bi hevkariya PEN’a Kurd kampanyayek daye destpêkirin. Ez hêvidarim encamên wê başbin.” Şêxmûs Seferê ku ji destpêka bûyerê ve weke endamek yê PEN’a Kurd şopandina rewşa herdu nivîskaran girtiye ser milê xwe, wiha got: “Ew li zîndana Mêrdînê de tên girtin. Rewşa wan jî weke rewşa hemû girtiyên dine. Parêzerê wan hefteyê carekê diçin serdana wan. Ji çareserkirina pirsgirêkên wan em weke PEN’a Kurd heta dawî xwe berpirsyar dibînin. Mixabin malbatên wan ji ber durbûn û şert û mercên din nikarin serdana wan bikin. Lê dîsan jî hewldidin ku carekê bên serdana wan.”

Secad Cehadfer ku weke Jiyar tê nasîn û Hesen Belde ku xelkê bajarê Kirmanşan’a Rojhilatê Kurdistanê ye di roja 1’ê Çileya 2017’an li bajarê Mêrdînê dema ku wenê dikişandin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û bi îdiaya alîkariya PKK’ê kirine hatin girtin. Herdu nivîskar dema ji bo karên xwe çûbûn Mêrdînê hatibûn girtin. Jiyar Cehadfer ji lêkolînên xwe yên derbarê Kurdên Kelhor û Eyrewanê de çap bikin çûbû Mêrdînê. Hesen Belde jî ji bo li zanîngeha Artikû mastirê bike, çûbû Mêrdînê.