‘Helepçe îro li Şengalê didome'

ENQERE - Endamê Mecîsa Giştî ya HDK'ê Kemal Bulbul di panela “Ji Rejîma Darbekar û komkujiyê re Na" de axivî û diyar kir ku Helepçe îro li Şengalê li dijî Êzîdiyan didome.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Navenda Çandê ya Keke ya Tuzluçayira Mamakê panela bi navê "Ji rejîma darbekaran re na" pêk anî. Di panelê de Endamên Meclisa Giştî ya HDK'ê Huseyin Gevher Fikret Çalagan û Kemal Bulbul amade bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya HDK'ê Fikret Çalagan, anî ziman ku bi darbeya 12'ê Adarê xwestin ciwanan fren bikin, lê bi ser neketine. Çalagan, anî ziman ku ji ber di 12'ê Adarê de bi ser neketine di 12'ê ÎLona 1980'an de darbe pêk anîne. Ev darbe li dijî kesên komkujî pêk anîne nehatiye. Ev darbe li dijî muxalefeta civakî ku zor li pergalê kiriye pêk hatiye û di 16'ê Adarê de li Beyazıtê û di 1'ê Gulanê de li Taksimê komkujî pêk anîne.

AKP'ê MEKANÎZMAYA DARBEYÊ PÊK ANÎ

Çalagan, anî ziman ku ya îro pêk hatiye mekanizmaya darbeyê ye û wiha got: "15'ê Tîrmehê mekanizmaya darbeyê ye. Feraset û fikra darbeya AKP’ê û ya 12'ê Îlonê heman tişt e. Darbeya 15'ê Tîrmehê di
7'ê hezîranê de dest pê kir."

Endamê Meclîsa Giştî yê HDK'ê Kemal Bulbul jî anî ziman ku ew komkujiyê tenê bi roja komkujî pêk hatiye bi sinor nakin û wiha got: “Di 2'ê Tirmehê de komkujiya Madimakê pêk hat. Ev hişmendiyek e. Xwestin civaka muxalif tune bikin. Ger ku îro feraseta komkujiyê didome wê demê Komkujiya li Madimakê pêk hat berdewam dike. Helepçe îro li dijî Êzidîyên Şengalê berdewam dike. Li Tirkiye komkujiyên Koçgiri, Zilan, Dersim û Madımakê pêk hatin. Ev feraset û hişmendiya Netew Dewletê ye. Rejîma Baas li dijî Helepçeyê pêk ani. Li Anatoliyê jî li dijî gelên Mezopotamya pêk hat. Di nava feraseta îttihat û Terakkiyê de tirk tune bûn. Di nava rejîma Baasê de jî ereb tune bûn. Yên van komkuiyan pêk tînin feraseta netew dewletê ye. Yên di 12'ê Adara 1995'an de li Gaziyê komkujî pêk anîn û kesên di komkujiyên wekî Gazî, Dersim herêmên din de nehatin kuşin û wekî "Bermahiyên şûr" tên bi navkirin dixwazin wan jî bikujin."

Panelê bi pirs û bersîvan berdewam kir.