ENQERE - Akademiya Kolanê ku ji aliyê akademîsyenên hatin îxrackirin ve hat sazkirin, dersên xwe yên li kolanan berdewam dikin. Akademîsyenan li Akademiya kolanê dersa 7’emîn di bin baranê de berdewam kirin. Hîndekar Yasemin Ozgun, diyar kir ku ew dê ji kedxwarî, binpêkirina nasnameyê, tundî û îstîsmara li dijî jinê re bêjin 'Na' û gelek tiştan biguherînin.
Akademîsyenên bi KHK'e hatin îxraçkirin û Akademiya Kolanê ava kirin, dersên xwe yên li kolanê berdewam dikin. Hîndekar û akademîsyen li dijî zaningehê li kolanê dersen akademîk didin. Akademîsyenan li kolanê di bin baranê de dersa 7’emîn berdewam kirin. Hîndekaran li Parka Menekşe Erbay a Tuzluçayirê ders dan û diyar kirin ku ew li dijî istîsmar, tundî û binpêkirina mafê nasnameyê dibêjin "Na". Hîndekara Zanîngeha Anadolu ya beşa Ragihandinê Yasemin Ozgun ku hat îxrackirin mijara bi navê “Feminist Politika” bi xwendekarên xwe re parve kir.
‘EZ PIR KÊFXWEŞ IM KU LI KOLANÊ ME'
Ozgun, anî ziman ku piştî hat îxraçkirin li kolanê dest bi dersê kiriye û ew kêfxewş e ku li kolane dersê dide. Ozgun, anî ziman ku femînizm îdîaya ku dibêje jin ne wekhev e red dike û wiha got: "Feminist politika tekoşîna li dijî vê ferasetê ye. Gotina "Na" dê her tişti biguherîne. Jin dê vê yekê bi feraseta feminist biguherînin. Pergala ku niha heyî pergala nayê xwestin e. Jin bi hevre têbikoşe dikarin dinyayek pêkan ava bike. Heta ku jin nebêjin "Na" heta ku jin tênekoşin û dest ji serdestiya mêr bernedin, dê her dem rastî tundî, îstîsmar û kedxwariyê bên. Em dê ji kedxwarî, serdestî û îstîsmarê re bêjin "Na."