AMED - Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), li navçeya Karazê ya Amedê cihê 8 sindoqên hilbijartinê guhert. Li gel îtîraza HDP û CHP’ê YSK'ê dîsa cihê sindoqan guhert.
Beriya hilbijartina referandumê ya Qanûna Bingehin dest pê bike cihê sindoqan hatin guhertin. Rojên borîli navçeya Tetwanê cihê sîndoqan, li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan hatibû guhertin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Bednlisê li ser daxwaza fermandariya Cendirmeyan cihê 28 sindoqên gundan guhertibû û li gundên cerdevanan bi cih kiribûn. Niha heman pekanîn li navçeya Karazê ya Amedê pêk hat. Li navçeya Karazê ya Amadê li ser daxwaza Qeymeqamê Karazê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Amedê cihê sindoqan birin qadên Fermandariya Cendirmeyan ên Karazê. Sindoqen li ser daxwaza Qeymeqamê Karazê cihê wan hatin guhertin û birin qadên Fermandariya Cendirmeyan wiha ne:
1- Sindoqên Gundê Şeqlatê yên hêjmar 1025 û 1026 birin gundê Gundê Yaziyê
2- Sindoqa hêjmar 1004 a diviya bû li Gundê Boyutlu bê avakirin li gundê Gozebaşi bi cih kirin.
3- Sindoqên gundê Gunalan û Suçikti yên hêjmar 1017 û 1024 birin Mezra Heyderka ya gundê Bozbaglarê.
4- Sindoqa gundê Şerifoglullari ya hêjmar 1027 jî birin gundê Bozyerê.
5- Sindoqên gundê Eyupler û Çakmakli yên hêjmar 1013 û 1007 jî birin gundê navenda Karazê.
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Karazê Tuncay Bulbul, Midûrê Hilbijartina Navçeyê Hasan Modanli û Endamên AK Partiyê Mehmet Akdemir, Orhan Aslan, Mehmet Şakir Memiş û Îbrahim Ay ligel îtîrazên CHP û HDP'ê biryar girtin û cihê sindoqan guhert.