Qeyûm hevjîna xwe kir midûre

WAN - Qeymeqamê Payizava Osman Dogramaci yê weke qeyûm tayînî Şaredariya DBP’î ya Peyîzavayê hate kirin, hevjîna xwe Hatîce Dogramaci kir midûreya kireşa zarokan.


Qeymeqamê Payizava Osman Dogramaci yê weke qeyûm tayînî Şaredariya DBP’î ya Peyîzavayê hate kirin, hevjîna xwe Hatîce Dogramaci kir midûreya kireşa zarokan. Dogramci Mala Tenduristiyê ya Muharrem Taş û Mala Jinan girt. Dogramaci hevjîna xwe Hatîce Dogramaci ji bo Kireşa Zarokan a Xeyrî Işik weke midûr tayin kir. Dogramaci, Navenda Tendirustiyê ya Muharrem Taş a ji bo bê heq xizmeta gel dikir, girt.